Dilopa 31´ê nizilî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:27

Kovara Dilopê ya çand, huner û polîtîkayê ya ku du mehan û carekê bi Tirkî-Kurdî derdikeve, bi hejmara xwe ya 31’ê (Mijdar-Berfanbar) careke din derket.

Kovara Dilop ji bo bergê kovarê wêneyekî Muzaffer Oruçoğlu bi kar aniye û li ser bergê kovarê sûretê Cegerxwîn tê xuyanê. Muzaffer Oruçoglu her wiha derbarê Cegerxwîn de gotarek jî nivîsandiye.

Kovarê di vê hejmara xwe de li ser meseleya Filistîn û Îsraîlê dosyayek hazir kiriye û her wiha rastiya “Filistîna Tirkiyeyê” jî raxistine ber çavan. Fehîm Taştekîn û Yusuf Karadaş dosya hazir kirine.

Ji xeynî dosyayê di vê hejmarê de gelek nivîs û helbestên bi Kurmancî jî cih digirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.