Dikare bibe destûra Sûriyeyê

Pêncşem 28 Kanûn 2023 - 00:15

  • Sîhanok Dîbo: Hevpeymana Civakî di wê astê de ye ku dikare paşerojê bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê. Nabe ku êdî Sûriye tenê bibe Komara Ereb.

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Hevserokê Ofîsa Têkiliyên bi Gel re ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo ku Endamê Komîteya Teng a Hevpeymana Civakî bû, anî ziman ku Hevpeymana Civakî di demeke welê de hate amadekirin ku Sûriye ji her alî ve xitimîbû. Sîhanok Dîbo got, “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo çareseriya krîz û kaosan gavek ji bo demokrasiya radîkal avêt. Di demeke bi vî rengî de Rêveberiya Xweser Hevpeymana Civakî pêşkêş kir û di statuya xwe de israr kir ku ev yek gaveke girîng bû." 

Sîhanok Dîbo bal bire ser pergala komun, meclîs û kantonan û got, “Ji bo hevpeymaneke demokratîk bê avakirin, gelekî hewil hate dayin. Gavek ji bo çareseriyê ye. Ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, çareserkirina zor û zehmetiyên li herêmê ye. Lewma pêwîstî bi sîstemeke rêveberiyê heye ku yekîtiyê ji xwe re dike esas. Ji bo şemayeke ku hevdu temam dike û di her sîstemê de tê temsîlkirin, divê komûn, bajarok, bajar, kanton û şaredarî di nava ahengê de bixebitin. Xwe dispêre xurtkirina maf û hiqûqê. Komunên ku temsîliyeta gel dikin, digihêje heta Meclîsa Demokratîk, ji bo ku fikir û îradeya gelan karibe ji xwe re bike esas."

Meclîsa Demokratîk a Gelan

Sîhanok Dîbo bal bire ser wezîfe û berpirsyariya Meclîsa Demokratîk a Gelan û got, “Meclîsa Demokratîk a Gelan di çarçoveya berjewendiyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de biryaran werdigire. Meclîseke ku saziyan dişopîne û çalak dike. Pîvanên ku di pêşgotina Hevpeymana Civakî de hatine destnîşankirin, dişopîne, kontrol dike û xurt dike. Sîstema demokratîk, ekolojîk û hevserokatiyê dimeşîne. Aboriya ku xwe dispêre civakê û di xizmeta civakê de ye ji xwe re dike esas. Bi kurtasî li ber her cûre astengiyên li pêşiya demokrasiyê radibe û ji pêkanîna demokrasiyê berpirsyar e." 

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku ew xwe dispêrin sîstema konfederal, ji bo bipêşveçûna herêmê rola aboriyê, tenduristiyê û perwerdeyê sereke ye û got, “Herêmeke ku ji aliyê xak, av û şênkaniya xwe ve dewlemend e. Têrkeriya ji xwe re wê bibe esas. Bi avakirina aboriya ku berjewendiyên gel diparêze, armanca me ya herî girîng ew e ku sîstemeke tenduristiyê ya bêpere ava bikin. Li gel parastina mafên çandî, civakî û siyasî yên gelan, her wiha mafên perwerdeyê jî tê parsatin. Her netewe xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe, biaxive." 

Sîhanok Dîbo têkildarî pênaseya Komara Sûriyeyê ya Demokratîk jî got, “Tevî Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Ermen, Çerkes, Çeçen; Misilman, Xiristiyan û Êzîdî, nêzî 38 cihêrengiyên etnîkî yên cuda hene. Di Hevpeymana Civakî de mafên wan hatine ewlekirin. Ev rewş hêmanên bingehîn ên pîvanên hevpeymanê ne. Lewma nabe ku ji bo paşerojê ji bo Sûriyeyê bê gotin a Misilmanan e, ya Ereban e, ya Kurdan e û hwd."

Hilbijartin wê bên kirin

Sîhanok Dîbo ragihand ku Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li ser dema hilbijartinê di demeke nêz de daxuyaniyê bide û got, "Divê Desteya Hilbijartinê ya Bilind bê avakirin. Li gel vê yekê ji bo parastina Hevpeymana Civakî wê heyetek bê avakirin. Ya herî girîng jî rêveberiya yekbûyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi hilbijartinê bê diyarkirin." 

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî dikare paşerojê bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê û got, “Hevpeymaneke ku dikare dawî li krîz û kaosên li Sûriyeyê bîne. Li hemberî nêzîkatiyên li dijî îradeya gelan wê bibe bendek. Herêma ku yekemcar felsefeya Neteweya Demokratîk lê bi cih hate anîn, bi hevpeymanê re wê gavên xurttir biavêje."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.