Dikandarên Hewlêrê behdilî ne

Yekşem 6 Kanûn 2020 - 16:15

  • Dikandar û pîşekarên Hewlêrê ji ber krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê, bi fikar in. 

Dikandar û pîşekarên Hewlêrê ji ber krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê, bi fikar in. Jixwe rewşa gelekan ji wan ne baş e. Ew dibêjin, li Herêma Kurdistanê rewşa xelkê ya aborî xerab e û ji aliyên peywendîdar dixwazin ku çareseriyekê ji pirsgirêkê re peyda bikin.

Li gorî dikandarên Hewlêrê, ji ber rewşa  xirab a aboriya xelkê, bazar jî bi temamî sist bûye. Dikandar dibêjin, bi dewamî xelk karê xwe ji dest didin yan jî dahata wan têra wan nake.

Dikandar Jiyar Kawa diyar dike ku krîz bi awayekî bandora xwe li ser hemû warên jiyanê kiriye.

Pîşekar Salar Mihemed jî eşkere dike ku bi giştî rewşa Hewlêrê xerab e û dahata rojane jî kêm bûye: "Xelk di dema xwe de pereyên me nadin; ev jî gelek caran ji bo karê me, dibe pirsgirêk."

Ev çend roj in li Silêmaniyê û hinek navçeyên wê li dijî rewşa xerab a aborî û nedayîna mûçe, xwepêşandanan dest pê kiriye. Tevî ku ji ber zexta PDK´ê û girtina îalakgerên civaka sivîl li Dihok û hewlêrê xwepêşnandan nînin jî, nerazîbûna xelkê ji rewşê xwe dide der.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.