• "Rojên Muzîkî" yên 4'an ên Akademiya Ma Musîcê ku îsal diyarî Egîdê Cimo hatin kirin, di roja 3'yan de bi perfrormanseke enstrumanî ya şagirtên akademiyê bi dawî bû.

"Rojên Muzîkî" yên 4'an ên Akademiya Ma Musîcê ku îsal diyarî Egîdê Cimo hatin kirin, di roja 3'yan de bi perfrormanseke enstrumanî ya şagirtên akademiyê bi dawî bû. Çalakiya roja dawî li Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyas a Amedê hat lidarxistin. Ji xeynî malbatên şagirtên akademiyê gelek kes tevli çalakiya Rojên Muzîkî ya Ma Musîcê bûn.

Beriya şahiyê perwerdekarê akademiyê Şêrko Kanîwar behsa çalakiyên Rojên Muzîkî kir û got: "Di çalakiyên me yên sê rojan de ji ber ku cih tine bû, gelek mirov vegeriyan. Me jî dixwest em li holên mezintir li dar bixin, lê hêwanên me ji dest me derxistin. Xwestin ku zarokên me bê muzîk bimînin. Lê dika me ya herî mezin dilê zarokên me ye û em ê ti carî zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin. Ev tenê ne dirûşmeyek e. Ev di heman demê de ji bo me berxwedan e. Em ê her tim bi zimanê xwe û çanda xwe li axa Kurdistanê hebin." 

Temaşevan bûn heyiranê wan

Piştî axaftina Kanîwar şagirtên akademiyê bi santur, baxleme, flut, keman, erbane, bilûr û enstrumanên din performansa xwe nîşan da.

Performansa şagirtên temenê wan 7 ta 15 salî, temaşevanan heyranî xwe hiştin. Temaşevanan ji bo performansa wan tim li çepikan xist. 

Piştî performansê kulîlk diyarî perwedekarên akademiyê hat kirin. Rojên Muzîkê yên Ma Musîcê bi strana "Kurdistan çi xweş e" bi dawî bû.

MA/AMED