Dijmin nikare bi ser keve

Nûçeyên Çand/Huner

sêşem 8 îlonê 2020 - 03:16

Derhênerê belgefilma muzîkal a bi navê 'Efrînê Evînê', Zekeriya Efrîn dibêje, bi rêya vî karî ew peyama "Tu çiqasî êriş bikî, tu dagir jî bikî, tu nikarî çanda me tine bikî" dide dagirkeran.
Derhêner di belgefilmê de muzîkalî qala xwe, dîrok, çand, berxwedan û dagirkirina Efrînê dike. Gelek hunermend û muzîsyenên Kurd tevlî karê amadekirina vê filmê bûne. Ji bo belgefilmê ew dibêje, "Tabloyeke hunerî ye ku hewl dide Efrînê bi her awayî nîşan bide".
Zekeriya Efrîn dibêje, "Armanca me ew bû ku qala Efrînê û serpêhatiyên wê bikin. Me hewl da Efrînê hem ji aliyê dîrokî û çandê ve, hem jî bi berxwedana xwe ya bi heybet a Serdemê vebêjin."
Belgefilm mekanên dîrokî yên weke Nebî Hûrî, Şêx Berekat, Keleha Samanê û Parsê Xatûn nîşan dide û behsa wan dike. Ji Seyîdê Dîkê, Ehmedê Rûtê û Mistefayê Çolê heta Berxwedana Serdemê gelek sembolên dîrokî di belgefilmê de hene.
Li ser vê, Zekeriya Efrîn dibêje, "Me peyam da ku dîrok û çanda Kurdan wê ti carî tine nebe."

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.