Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), “Şevbihêrka Dengbêjan“ organîze kir. Mêvanên Şevbihêrkê Dengbêj Kerîmê Jîrkî, Evîn Sindî û Mihemedê Serhedî bûn. Dengbêjan kilamên cur bi cur gotin.
Îşaret bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çanda Kurdan hat kirin û hat destnîşankirin ku rola çandê di bipêşveçûnê de gelekî girîng e. Hunermendê Kurd Egîdê Cimo ku wek “Mîrê bilûrê“ dihat naskirin û 31’ê Çileya 2019’an jiyana xwe ji dest da jî hat bibîranîn, behsa tevkariya dengbêjiyê li çanda Kurd hat kirin. Paşê berhemeke Egîdê Cimo bi bilûrê hat lêxistin û haziran jî guhdariya wê berhemê kir.
Welatî tev bi cilên xwe yên neteweyî li şevbihêrkê bûn û wan jî kilam bi dengbêjan re gotin. Jinan lîland, hin welatiyan jî dîmenên şevbihêrkê qeyd kirin û ji xizm û hevalên xwe re şandin. Gelek kilam hatin gotin. Dengbêj Xalide jî li şevbihêrkê bû. Şevbihêrk, bi gerandina govendê bi dawî bû.
ANF/STENBOL