Di navbeyna zimanê malê (Kurdî) û Zimanê dibistanê (Tirkî) de bêzimanî

Sêşem 10 Îlon 2024 - 01:35

Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut anî zimên zarokên Kurdan di navbeyna zimanê malê (Kurdî) û zimanê dibistanê (Tirkî) de bêziman mane, xwest ku dewleta Tirk li gorî peymanên navnetewî tevbigere û zimanê Kurdî weke zimanê fermî yê perwerdehê nas bike. Yakut bang li siyaseta Kurdî jî kir ku zêdetir guh bide Kurdî. Hevserokê EGÎTÎM-SEN’ê ya Rihayê Oruç jî anî ziman malzaroka nasnameyê zimanê dayikê ye.

Bi tevlêbûna nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Sedîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl, Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi daxuyaniyekê xwest ku Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê.

Hevseroka MED-DER’ê Şûkran Yakût polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdan bi bîr xist, diyar kir zarokên Kurd di navbeyna zimanê malê (Kurdî) û yê dibistanê(Tirkî) de bêziman dimînin, anî zimên heqê zarokên Kurdan heye ku bi zimanê dayîkê perwerde bibinin û got,’’ Di vî warî de, divê Turkiye li gorî Peymanên Navdewletî tevbigere, ne li gorî huqûqa qolonyaliyê tevbigere.”

Divê Kurdî bibe fermî 

Yakut her wiha xwest ku astengiyên li pêş Kurdî were rakirin û daxwaza perwerdehiya bi Kurdî kir:’’Em MED DER dibêjin bila zimanê Kurdî bibe Zimanê fermî û zimanê perwerdehîyê. Perwerdehiya bi Kurdî daxwaza sereke ya gelê Kurd e. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê pir girîng e. Ji bo Kurdan pîvana welathezî û neteweperweriyê ya sereke axaftina bi Kurdî ye. Ziman di dibistanan de neyê bi karanîn ev ziman bi pêş nakeve. Li gor pedegojiyê jî, dema zarok zimanê dayîkê baş hîn nebe û nizanibe, bixwebawerî kêm dibe. ‘’

Siyaset bila zêdetir guh bide Kurdî 

Yakût bal kişan ser peymanên navneteweyî û wiha pê de çû: “Li gorî Peymana Yekitiya Neteweyan, mafên her zorokan heye ku bi zimnê dayîkê perwerde bibin û zimanê xwe bi kar bîne. Li Turkiyê, zarokên Kurdan ji vî mafên xwe yê rewa û xwezayî bêpar tên hiştin.’’ Yakut bang li siyaseta Kurdî jî kir ku zêdetir guh bidin Kurdî.

Bi Kurdî bidin û bistînin

Yakût ji bo hestiyariya Kurdî bang li malbatan kir ku bi Kurdî bidin û bistînin: ‘’Em zimanê xwe bikin zimanê axaftina rojane. Pêşketina zimên bi bikaranîna wî ve girêdahiye. Bi asta xwendin, nivîsandin û axaftina wî ve girêdahiye. Bi pêşketina zimanê Kurdî, zimanê me di nava zimanê cihanê de ew ê cihê xwe yê birûmet bigire. Bangawaziye me ya sereke  ji dewletê ev e.  Em dibêjin, çand û zimanê Kurdî ji aliyê dewletê ve di çarçoweyeke teng de nehêlin. Pêşiya çand û zimanê Kurdî vekin. Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û hîndekariyê yê duyemîn. Her tişt li ser esasen wekheviyê çareser dibe. Ev jî di bipergalên demokratik de çareser dibe.”

Nasname bi zimanê dayikê ye

Hevserokê Şaxa Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê Mûrat Orûç destnîşan kir perwerdeya zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û derbarê rewşa zarokên bi zimanê Tirkî dest bi perwerdeyê dikin de wiha axivî: “Mirov tenê dikarin di zimanê xwe ya zikmakî de xwe pêş bixin. Pêşketina hiş bi zamanê dayikê re girêdayî ye. Ev yek di cîhanê de wisa ye. Ji bo di gelek zimanan de perwerde werin dayîn, sererastkirinên pêwîst hatine kirin. Zarokek nasnameya xwe, bi zimanê xwe yê zikmakî bi dest dixe.’’

MA/AMED-RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.