• Platformeke dîjîtal a herî girîng ji bo zimanan Microsoft Translator e. Kurdî niha bi du şêwezarên xwe, bi Kurmancî û Soranî li vê platformê zêde bû. Hem heftê ziman li Kurdî vebûn û hem Kurdî li heftê zimanan.

Kurdî van çend salên bihurî li gelek platformên dîjîtal zêde bû. Niha jî li Microsoft Translatorê zêde dibe. Hem jî ne tenê bi şêwezarekê lê bi herdu şêwezarên xwe yên herî belav, yanî Kurmancî û Soraniyê. Bi xêra vê platformê ji Kurdî ber bi 70 zimanan ve werger wê mumkin be. Lê belê berevajhiya wê yanî ji heftê zimanan ber bi Kurdî jî werger wê mumkin be.
Microsoft Translatorê doh da zanîn ku ew du şêwezarên Kurdî zêde dike li bernameyên xwe. Ew behsa Kurmancî û Soranî dike. Kurmanciyê weke "Northern (Bakurî)" û Soraniyê weke "Central (Navendî)" bi nav dike. Di nûçeya li ser Bloga Microsoftê belavkirî de tê gotin, ev herdu şêwezar yan amade ne, yan jî wê amade bibin ji bo sepanên Microsoft Translator, Office, û Translator ji bo Bing.
Yanî mirov dikare Azure Cognitive Services Translator bi kar bîne da ku li sepan û malperan wergera ji Kurmancî û Soranî yan jî ber bi Kurmancî û Soranî zêde bike. Bi vî rengî ji heftê zimanî wergera ber bi van herdu şêwezarên Kurdî ve wê werger bibe û ji herdu şêwezaran ber bi 70 zimanan ve jî werger wê mumkin be.

Bi deng jî wê hebe

Di nûçeyê de em fêr dibin ku mirov dikare deng wergerîne Kurdiya nivîskî, yan jî nivîsa Kurdî wergerîne axaftina bi zimanekî din jî heger Azure Cognitive Services Speech bi kar bîne. Ev xizmeta hanê jî hem wergera bi aqlê sunî û hem jî naskirina axaftinê ya bipêşketî bi kar tîne.
Axir di vê nûçeyê de tişta herî muhim ew e ku Kurdî bi du şêwezarên xwe yên herî belav û rûniştî di platformên herî belav ên nivîs û wergerê de bi cih dibe.
Nûçe dibêje ji sedî 75´ê Kurdîzimanan bi van herdu şêwezaran dipeyivin.

Bi kêra gelekan wê bê

Bi sepana Microsoft Translateyê mirov dikare wergera di cih de a diyalogan, menû, nîşanên rêyan, malperan, belgeyan ji bo Windows, iOS, Android û webê bike.
Ji bo şirketan jî tevî alîkariya sepanên peyivînê yên weke Translator û xizmeta Microsoft Speechê ev werger bi deng jî dikare biçe serî.
Ji bo mamosteyan jî ew dikare bê bikaranîn ji bo sinif û dersên pirrzimanî ji bo xwendekaran û danûstandineke berfirehtir ji bo xwendekar û dêûbavan jî.

NAVENDA NÛÇEYAN