Di mehekê de 35 kes revandin

Sêşem 30 Çile 2024 - 02:45

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Çileyê de 32 welatiyên ji kantona Efrîna dagirkirî revandine.  Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihand ku 17`ê Çileyê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Polîsên Leşkerî welatiya bi navê Laman Reşîd Seydo li gundê Metîna yê navçeya Şera revand û heta niha çarenûsa wê ne diyar e. Her wiha eşkere kir ku endamên îstixbarata dewleta Tirk 24`ê Çileyê welatiyê bi navê Şêx Menan Gîro ku bi navê Çolaq tê naskirin û astengdar e, tevî hevjîna wî Gulê li gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê revand. Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên mayî didomin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.