Di her warî de bê hiqûqî ye

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 01:25

SERKAN DEMÎREL / ANF / BRÛKSEL

Zêdeyî 3 sal in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin ku zêdeyî 25 sal in di bin şert û mercên tecrîdê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbatan re bi temamî hatiye desteserkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa CPT ku yekane saziya ku çûyîna Îmraliyê di destê xwe de digire, bi helwesta xwe dibe sedem ku tecrîda Îmraliyê hîn kûrtir bibe. Alîkarê Serokatiya Giştî ya Parêzerên Sînornenas, ji Parêzerên Baroya Parîsê Etîenne Lesage têkildara asta hiqûqî ya tecrîda Îmraliyê axivî. Etîenne Lesage diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, dermirovî ye û got:“Ev tecrîd li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Tirkiyeyê ev peyman hem îmze kiriye, hem jî ew bi xwe welatekî endamê Konseya Ewropayê ye. Lewma ev pratîka Tirkiyeyê tê wateya binpêkirina vê peymanê.’’

Helwesta CPT şêlû ye

Parêzer Etîenne Lesage anî ziman ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe di heman demê de hiqûqa navneteweyî jî binpê dike û got: “Edaleta navneteweyî divê bêyî ku rû bi rûyê zexteke dîplomatîk bimîne, vê binpêkirinê bîne ziman û bi bîr bixe. Ev girtîbûna Abdullah Ocalan û ev tecrîd dermirovî ye û muameleyeke ku rûmeta mirov binpê dike. Ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî weke êşkenceyê ye. Divê were gotin û bibîrxistin.” Parêzer Etîenne Lesage helwesta CPT’ê jî ya ji bo Îmraliyê nirxand û ev bang kir:“Helwesta CPT’ê ya ji bo Îmraliyê şêlû ye. Ji ber têkîliyên dîplomatîk, bêdengiya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê jî fikar dide mirov. Lewma divê hemû parêzerên welatên Ewropayê rêz nîşanî hiqûqa navneteweyî bidin û wezîfeya xwe bînin bîra xwe.”

Lesage ragihand ku girtîbûna Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in dewam dike, ji aliyê hiqûqî ve nayê qebûlkirin û ev tişt bilêv kir: “Azadiya Abdullah Ocalan girîng e, ji ber ku nabe mirovek zêdeyî 25 salan û di bin şert û mercên giran de li girtîgehê bê ragirtin. Girtîbûneke bêwate ya demdirêj demirovî ye, muameleyeke ku rûmeta mirov binpê dike û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Şêwazê mirina demdirêj e

Parêzerê Etîenne Lesage destnîşan kir ku divê mafê hêviyê yê her girtiyekê hebe û got:“Girtîbûna demdirêj mîna cezayê mirinê tê dîtin. Ev rewş şêwazekî mirina demdirêj e ku mafê hêviyê nade girtî. Perspektîfa girtîbûneke ku mafê hêviyê nas nake, li dijî peymanên navneteweyî ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.