MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG
Ji berxwederên li dijî komkujiya Mereşê, Dervîş Koç ê 69 salî, îna bihurî, li Hamburgê ji ber pençeşêra kezebê wefat kir û çû heq.
Derviş Koç di nava xelkê de weke Dewrîş Xoce navdar bû. Sala 1978’an gava ku hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk êrişî Kurdên Elewî yên Mereşê kir, mamoste bû. Hingê wî tevî 4 hevalên xwe li li Taxa Yorukselîmê, bergiriya xelkê kir û gelek mirov ji komkujiyê xilas kirin.
Dewrîş Xoce yê 69 salî, zewicî bû û du keçên wî hebûn. Kurdistaniyên li Hamburgê ji ber wefata wî gelekî xemgîn bûn. Dewrîş Xoce sala 1954´an li navçeya Mereşê, Afşînê li gundê Kanîxacê hatibû dinê. Malbata ku cotyarî dikir û pez xwedî dikir, ji bo zarokên xwe bide xwendin, li navenda Mereşê bi cih bûbû. Piştî ku bavê wî di qezayekê de wefat kir, weke kurdê mezin ê malê, bû malxê malê. Hem kar dikir û hem jî di ber re dixwend.
17 kes û karên wî hatin qetilkirin
Sempatiya Dewrîş Xoce di sala 1977´an de ji Tevgera Ciwanan a Welatparêz re çêbûbû. Li Înstîtuya Perwerdeyê ya Mereşê xwend û li wir bû nûnerê xwendekaran jî.
Di komkujiya Mereşê de ji malbata wî, ji kesûkarên wî 17 kes hatin qetilkirin.
Wî li ser wê serdemê gelek lêkolîn jî weşandin. Gava ku ew li navçeya Mereşê Dêrkolê (Andirin) mamoste bû, cuntaya Darbeya 12´ê Îlonê, ew xist hepsê û ew 7 salan di hepsê de ma. Piştî ku hat berdan jî ew li Elmanyayê bû penaber.
Komkujî û Dewrîş Xoce hatin bibîranîn
Komeleya Kaşanan a Hamburgê, ji bo bibîranîna qurbaniyên komkujiya Mereşê piştî 45 salan û her wiha ji bo bibîranîn Dewrîş Xoce, li semta Altona li Dêra Kirsche Otmarschenê çalakiyek li dar xist. Pîr Mustafa Misir ji bo merasimê çira pêxist û got, “Ev 45 sal in ku kezeba me dişewite. Yên ku ji nava me birin, ji nava kezeba me birin. Heke em nexwazin ew bên jibîrkirin, divê em dilsozê mîrateya wan bin. Dewrîş Xoce, bi fedakariya xwe, erdên xwe bêyî ji mirinê bitirse parastin, bi hezaran mirov ji mirinê xilas kirin. Ew bi berxwedana xwe bû xwediyê jiyaneke layiqê şoreşgeran.”
Pîr Mustafa Misir bi bîr xist ku Dewrîş Xoce dixwest li gundê xwe abîdeyekê ji bo Komkujiya Mereşê çêke: “Ev xewna wî bû. Barê wê di stûyê me de ye ku em bikin ev xewna wî pêk were.”
Cenazeyê Dewrîş Xoce wê pêncşemê li gundê wî Kanîxacê bê veşartin.