Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê, îsal 14emîn Rojên Çand û Hunera Kurdî hatin lidarxistin û bi çalakiyên rengîn ên çar rojan hatin pîrozkirin. Festîval, ku ji aliyê Medya Volkshaus e.V. ve tê organîzekirin, yekane çalakiya çandî ya Kurdî ye ku li Elmanyayê bi rêkûpêk tê lidarxistin û wekî xebateke nimûneyî tê nirxandin.
Ev çalakî, ku bûye yek ji xalên girîng ên kombûna diyasporaya Kurd, hunermend, nivîskar, sînemakar û akademîsyenên ji çar parçeyên Kurdistanê anî cem hev û derfet da ku mîrateya çandî bê nasandin. Festîvala ku her sal bi awayekî kevneşopî tê lidarxistin, ne tenê ji aliyê civaka Kurd ve, lê ji aliyê gelê Elman ve jî bi eleqeyeke mezin tê şopandin.
Festîval di 28ê Gulanê de bi govendên gelêrî yên Kurdî dest pê kir. Komên govendê yên bi cilên rengîn derketin ser dikê, ji temaşevanan eleqeyeke mezin dîtin. Di merasîma vekirinê de hunermendên bi navê Azadî û Cemîlê bi stranên xwe şevê bi coş kirin. Beşdarvanan bi hev re govend gerandin û beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Hunera dîtbarî, moda û sînema
Roja duyemîn, bi pêşangeha wêneyan a hunermend Şengûl ku ji çanda Kurdî îlham wergirtibû, dewam kir. Berhemên ku tê de fîgurên jinan û mijarên xwezayê derketibûn pêş, eleqeyeke mezin dîtin. Di heman rojê de, di pêşandana modayê de cilên herêmî yên Kurdî yên bi şêweyên modern hatin nîşandan. Yek ji çalakiyên girîng ên rojê, nîşandana fîlmê “Rojbaş” ê Ozkan Kuçuk bû. Kemal Ulusoy ku di film de weke lîstikvan cih girtiye piştî fîlmê di axaftinekê de li ser pêvajoya çêkirina fîlmê agahî da û pirsên temaşevanan bersivand.
Mûzîk û helbest
Di roja sêyemîn de, koroyeke ji jinan pêkhatî derket ser dikê û stranên Kurdî gotin. Piştre, helbestvan Hekîm Şefkan ji temaşevanan re helbest xwendin û kêliyên hestiyar ava bûn. Di dawiya rojê de, di panelekê de Ayşe Acar Başaran, Gernas Koçer, Erol Polat û Gülistan Ateş; li ser zimanê Kurdî, pêşketinên siyasî yên rojane û pirsgirêkên çandî yên civaka Kurd li Elmanyayê nîqaş kirin û nêrînên xwe parve kirin.
Bi konserekê bi dawî bû
Roja dawîn a festîvalê ji konserên li derve re hate veqetandin. Hunermend Onur Evîn, Bermal Çem û Îbo Qamişlo di konsertê de derketin ser dikê û bi sedan kes li hev civiyan. Beşdarvanan bi govendan festîval bi coşeke mezin bi dawî kirin.
Di dema festîvalê de, li standan gelek berhemên ku çanda Kurdî nîşan didin hatin pêşandan. Cilûbergên gelêrî, zêr, pirtûk, CD, berhemên destan û karên hunermend Amele yên bi navê “Konê Reş” ku dîroka Kurdî sembolîze dikin, eleqeyeke zêde dîtin.
NURNBERG