Her wêne şahidiyek e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 00:13

ARAT ARARAT / HERFORD

Yekîtiya Malbatên Kurdistanî li Elmanyayê (YEKMAL), di çarçoveya “Rojên Çanda Kurdî” yên ku her sal organîze dike de, îsal jî li bajarên cuda yên Elmanyayê çalakiyên çandî yên cihêreng didomîne. Ev çalakî ji aliyê şaxên YEKMALê yên li Esen, Mainz, Herford, Bielefeld û Bremenê ve têne organîzekirin.

Di vê çarçoveyê de, li bajarê Herfordê pêşangeheke wêneyan bi sernavê “Ji Tarîtiyê ber bi Ronahîyê - Hêvî Tawisî Melek” hate vekirin. Pêşangeh, ku ji aliyê şaxên YEKMALê yên Herford û Bielefeldê ve hate organîzekirin, ji 16 berhemên wênegir-rojnamevan Rawand Jawad Smail pêk tê, ku piştî êrîşên DAÎŞê yên sala 2014an li ser Şengalê, jiyana Êzîdiyan li kampan belge kiriye.

Pêşangeh bi piştgiriya Marta Hoch2 û NRWeltoffen (Saziya Têkoşîna li Dijî Nîjadperestiyê ya Herfordê) di 16ê Gulanê de hate vekirin û heta 6ê Hezîranê ji ziyaretvanan re vekirî dimîne.

Dahat ji bo ji bo Şengalê ye

Di vekirina pêşangehê de, nûnera Marta Hoch2 Anna Peplinski, kêfxweşiya xwe ya ji vê hevkariyê anî ziman û got: “Em ji hevkariya xwe ya bi YEKMALê re di çalakiyên çandî de berdewam dikin. Em pir kêfxweş in ku me pêşangeheke wisa girîng vekir.”

Zerîfe Huseyîn, ku li ser navê YEKMALê axivî, armanca pêşangehê wiha anî ziman: “Bi nîşandana van wêneyan, me xwest ku em jenosîda Êzîdiyan dîsa bînin bîra mirovan. Em spasiyên xwe ji Marta Hoch2, NRWeltoffen û wênegir Rawand Smail re ji bo xebatên wî yên hêja dikin. Dahata wêneyên ku di pêşangehê de tên firotin, dê ji bo projeyên parka zarokan a Înîsiyatîfa Aştî û Hêviyê ya li Şengalê û ji bo saziya ‘Keskesora Alan’ a ji bo zarokên sêwî yên li Kobanê werin bexşandin.”

Wênegir Rawand Jawad Smail jî diyar kir ku wî ev pêşangeh ji wêneyên ku piştî êrîşên DAÎŞê li herêmê girtine, ava kiriye û got: “Lidarxistina van organîzasyonan li Elmanyayê pir girîng e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.