Hedefa me komele ye

Şemî 14 Hezîran 2025 - 03:15

Kurdên li bajarê Freundenstadt ê Elmanyayî bi çalakiya piknîkê ya cara ewil pêk tînin, hatin ba hev. Çalakî bi gava yekem a tê xwestin li herêmê komeleyek bê ava kirin. Tevî şertên hewayê yê xerab jî hevdîtina li Obertalê eleqeyeke meizn dît û nêzî 250 kes tevlî çalakiyê bûn. Savaş Kara ku di organîzasyona çalakiyê de cih girt û got:’’Weke civaka Kurd a li herêma Freudenstadtê heta îro em ji binesaziyeke ku bikarin ji aliyê çandî û civakî bên gel hev, ya ku nûneriya me bike, dûr bûn. Ji ber vê yekê, weke Kurdên li Freudenstadtê em ketin tevgerê. Armanca me em Kurdên ji çar aliyên Kurdistanê hatine û gel û baweriyên din, li zemîneke hevpar bigîhînin hev û yekîtî û piştgiriya çandî pêş bixin.’’ Kara destnîşan kir ku ew dixwazin moralê bidin ciwanên penaber ên li herêmê û piştgiriya xwe ya pêvajoya nû nîşan bidin. 

Divê maleke me jî hebe

Kara da zanîn ku bi vê armancê li gel 20 ciwan û aktîvîstên Kurdistanî çalakiyeke lidarxistine û got:’’Nêzî 250 kes tevlî çalakiya me bûn. Xwarin ji aliyê esnafên herêmê bi dilxwazî hate dayîn. Tevlîbûna zêde ya vê çalakiyê nîşan dide ku bêrîkirineke ji bo hatina gel hev heye. Me di çalakiyê de gelek caran bîhîst ku tê gotin ‘xwezî maleke me, komeleyeke me jî heba’, ‘xwezî cihekî me yê ku em bikarin çanda xwe vejînin heba’. Êdî em naxwazin hinek me birêve bibin, em dixwazin xwe birêxistin bikin û birêve bibin. Di vê çarçoveyê de ger daxwaz zêde bibin, em armanc dikin ku komeleyeke çandî ava bikin. Ev çalakiya me lidarxistiye, bû gava yekem a şênber ku em bikaribin binesaziya vê armanca xwe pêk bînin.’’ Çalakiyê bi xwarinê, govendê û sohbetên hevnasînê dewam kir.

FREUDENSTADT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.