Dewleta Tirk Bendava Tişrînê jî betal kir

Pêncşem 2 Adar 2023 - 03:36

Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber dewamkirina girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, bendava Tişrînê ji 1`ê Adarê ve heta hefteyekê ji xizmetê dikeve.

Rêveberiya Bendavan got, “Ji ber kêmbûna ava Firatê - ku jêdera wê Tirkiye ye - ji beriya salekê ve û bandora wê li ser golên li ser çemê Firatê (Bendavên Tişrîn û Firatê), her wiha ji bo ku mewsima çandiniyê ya 2023`yan ku ji golên ava Firatê dihatin avdan, telef nebe, biryara rawestandina bendava Tişrînê hate dayîn.”

Rêveberiyê got, heger sewiyeya avê di vê astê de bimîne, dê li gorî plana Rêveberiya Bendavan û saziyên têkildar, bendava Tişrînê dem dem bê rawestandin.

Li gorî Rêveberiya Bendavan, rawestandina bendava Tişrînê di vê hefteyê de wê bandorê li avdana erdan û peydakirina ava vexwarinê neke.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara rawestandina bendava Tişrînê ji 1`ê Adarê ve ji bo heta hefteyekê, erê kir.

Dewleta Tirk a dagirker di saniyê de kêmtirî 200 metrekab ava çemê Firatê berdide axa Sûriyeyê. Ev yek li dijî hevpeymana Şam-Enqere ya sala 1987`an e, ku li gorî wê hevpeymanê diviyabû di saniyê de herî kêm 500 metrekab av ji bo Sûriyeyê bê berdan.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.