- Weşanên Peywend kitêbekê li ser destpêka romana Kurdî amade dike.
Weşanên Peywend ji nivîsên xwendekarên doktorayê yên ziman û edebiyata Kurdî, kitêbekê li ser destpêka romana Kurdî amade dike. Mehmet Yildirimçakar, û M. Zahir Ertekîn edîtoriya kitêbê dikin. Di kitêbê de 9 gotar hene. Nivîskarên wan Ahmet Seyarî, Cîhan Turan, Dilaver Doger, Ilyas Sayim, Mehmet Yildirimçakar, Mehmet Nur Yavuzer, Murad Celalî, Muhsîn Sezer û Turkan Tosun in.
Di berga kitêbê de tê bibîrxistin ku romana Kurdî pêşî li "êwra Kavkazê" peyda bûye û ji ber wê nivîskarên Destpêka Romana Kurdî li ser aliyên edebî, civakî, zimanî çandî, dîrokî û siyasî yên romana Kurdî a li vê derê disekinin.
Luqman Ehmed ji bo kitêbê wêneyên Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Eliyê Evdilrehman û Sehîdê Îbo xêz kirine û ev ê di nava kitêbê de cihê xwe bigirin. Weşanên Peywendê jî da zanîn ku ji niha ne dûr ew ê kitêbê biweşînin.
NAVENDA NÛÇEYAN