Dersên Soranî, Hewramî û Kelhurî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 29 Mijdar 2020 - 22:46

Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê, dest bi dersên şêwezarên Kurdî Soranî, Hewramî û Kelhurî dike. Hevserokê Komeleyê, Eyup Sûbaşi diyar kir ku ew bi van dersan dixwazin pêşî li bişavtinê bigirin. Komele, di 7’ê Kanûnê de, wê li ser bernameya ZOOM’ê dersên onlîne bide. Her kurs wê 3 mehan dewam bike.

Eyup Sûbaşi bi bîr dixe ku ev cara yekê ye ku ew kursên Hewramî û Kelhurî jî çêdikin û wiha axivî: “Emê ji bo zaravên Soranî û Kelhurî polên cuda û ji bo Hewramî jî du polan vekin. Çawan ku me dest bi qeydên kursan kir, elaqeyeke mezin hat nîşandan. Heta niha 300 kesî miracaet kiriye. Hîna jî qeydên me dewam dikin. Em bi 4 mamosteyan dest bi kursên xwe bikin. Bi hewldaneke taybet, dixwazin Kurdan ji hev dûr bikin. Em bi awayekê baş hev nas nakin. Ji bo ku em hevdu baş nas bikin, me dest bi vê kursê kir.”
Kurs 7´ê Kanûnê dest pê dikin. Roj û saetên kursan wiha ne: 
Soranî: Duşem, di navbera saet 20.00 û 22.00’yan de
Kelhurî: Pêncşem, di navbera saet 20.00 û 22.00’yan de
Hewramî: Sêşem û Înê, di navbsera saet 20.00 û 22.00’yan de.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.