Derfetên şoreşê û pêşketina jinan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:39

  • Bi piştgiriya navendên ku piştî şoreşê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin, gelek jinên ciwan derfet dîtin ku di warê çand û hunerê de hunera xwe pêş bixin. Jinan got: "Şoreşa Rojava derfet da ku em xwe bi pêş bixin."

ŞÊRÎN MIHEMED / NÛJÎNHA / QAMIŞLO

Şoreşa Jinê ya 19’ê Tîrmehê ya Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li ber gelek jinên ji her temenî vekir ku jêhatîbûna xwe di warê çand û hunerê de pêş bixin. Bi piştgiriya navendên çand û hunerê yên hatin vekirin, gelek jinên ciwan stran gotin, ferî enstrumanên umzîkê bûn û her wiha helbestan nivîsandin. 

Deline Loqman a 21 salî ku li bajarê Qamişlo dijî, diyar kir ku ew bi nivîsandina helbestan pêşketina xwe ya di vî warî de didomîne. Delîne Loqman diyar kir ku ew di malbateke ku ji xwendin û nivîsandinê hez dike mezin bûye û got: “Min ji zarokatiya xwe ve  azwerî û hezkirina nivîsandinê ji bavê xwe girt. Me Erebî dixwend, ne Kurdî, ji ber ku wê demê qedexe bû. Bavê min jî helbestvan e. Ev hezkirin û ezmûna nivîsandinê da min.” Delîne Loqman, diyar kir ku wê 4 sal berê dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye û wiha dewam kir; “Min helbestên bavê xwe ezber dikirin û di şahiyên ku li dibistan û cihên din dihatin lidarxistin de dixwend. Her ku min helbest dinivîsand, ez di vî warî de pêş diketim. Nivîsîna helbestê ne hêsan e, lê pêwîstî bi ezmûn, zanîn û ezmûnê jî heye.”

Bi hunerê li hemberî baviksalariyê

Deline Loqman balê bir ser zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye û got: “Kêmbûna zanîna min a akademîk heye, lê ez hewl didim bi jêhatiya xwe xwe pêş bixim. Şoreşa Rojava derfet da jinan da ku jêhatîbûna xwe nas bikin û pêş bixin. Beriya şoreşa Rojava me nedikarî bi zimanê xwe biaxivin, niha em bi zimanê xwe dixwînin û hîn dibin. Şoreşa Rojava derfet afirand ku em xwe bi pêş bixin. Îro em li meydanan stranan dibêjin, wêneyan xêz dikin û helbestan dinivîsin. Divê em her dem hewl bidin tiştê ku em dixwazin bi dest bixin û hemû astengiyan derbas bikin. Beriya her tiştî divê em li hemberî civakên baviksalarî yên ku hewl didin jinan biçûk bixin, hunera xwe pêş bixin. Divê hemû jêhatî bi biryar li ber xwe bidin.”

Dixwazim bêhtir fêr bibim

Fatima Husên a 20 salî ku dibêje ji zarokatiya xwe ve ji wênegirtinê hez kiriye, di heman demê de jî dixwaze jêhatiya xwe ya xêzkirinê pêş bixe û got; “Piştgiriya dayik û xwişka min jî heye. Ji ber ku xwişka min ji zarokatiya xwe ve xêz dike. Piştî qedandina dibistana amadeyî, ez dixwazim qeyda xwe li Înstîtûya wêneyê bikim da ku li ser bingehên xêzkirinê bêhtir fêr bibim. Jêhatîbûna ku min di temenek ciwan de xeyal dikir min teşwîq kir ku ez bi xwe bim û di vî warî de pêşde bibim.”

Xwe sînordar nekin

Fatima Hisên anî ziman ku perwerdehiya akademîk taybetiyên xwe hene û wiha pê de çû; “Ji ber ku di dema nîgarkêşiyê de pêwîst e li ser xêzkirin, bijartina rengan û gelek hûrgiliyên din were sekinandin. Di destpêkê de min bi komir û boyaxa daran xêz dikir, niha jî bi boyaxa rûn xêz dikim. Ez ê hînbûna xêzkirinê bi hemî hûrguliyên wê bidomînim. Xeyala min ew e ku di siberojê de bibim wênesazeke baş. Divê keç xwe di nava civakê de sînordar nekin. Divê em xwe baştir bikin, jêhatîyên xwe derxin holê û her dem bala xwe bidin ser pêşveçûnê. Divê em gotin û rexneyên neyînî veguherînin merdîwanek ji bo hilkişîna jor û serkeftinê.”

Di warê çandî de jî jin xwe îspat kiriye

Jimin Abdel Menaf Osman a 29 salî, diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve strana dibêje û got ku wê ev rêûresm ji bavê xwe girtiye. Jimin Abdel Menaf Osman, diyar kir ku ew jêhatîbûn xwe dema ku ji heval û mamosteyên xwe re stran gotiye keşif kiriye û got: “Bi salên destpêkê yên Şoreşa Rojava re navendên çand û hunerê hatin vekirin. Ez jî wê demê diçûm navendan. Em dikarin bibêjin ku ev gava min a yekem bû ji bo pêşdebirina jêhatiya min. Beriya şoreşê me tiştekî wiha nekir. Me xeyal dikir ku rojekê stran bi zimanê xwe yê zikmakî bistirê. Şoreşa Rojava ev derfet da me. Jin bi pêşxistina xwe, bi wêrekî tê çekdarkirin û ne tenê di qadên siyasî û leşkerî de, di her qadê de xwe îspat kiriye. Yek ji van qadan jî qada çand û hunerê ye.”

Rê li ber zarokên xwe vekin

Cîmîn Ebdul Menaf Osman, da zanîn ku ew li navendên çand û hunerê jî fêrî lêxistina sazê bûye û got: “Heta niha ji bo baştirkirina dengê xwe û baştir lêxistina sazê perwerde dibînim. Ez hez dikim bi zimanê xwe stranan bibêjim da ku çanda me zindî bimîne." Cîmîn Ebdil Menaf Osman anî ziman ku her rêzek xwedî çîrok û dîrokek e û gotina xwe bi van hevokan bi dawî kir; “Gelek bûyerên ku berê qewimîne hene û di çîrok û helbestên kevin de hatine vegotin. Ji bo hemû jin û zarokên keç jêhatîbûna xwe pêş bixin gelek sazî hene. Berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê malbatê. Divê rê li ber zarokên xwe vekin ku jêhatîbûna xwe pêş bixin. Her kesên xwedî jêhatî, bi taybetî jî zarokên keç, divê li ber xwe bidin û li hember civaka ku bi hezaran salan rola wan li derve hiştine, bisekinin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.