DENÎZ Û DEMEK BERÊ (Ji Deniz Firat Re)

În 9 Tebax 2024 - 02:55

ENES YILDIZ

Em di xeyalên xwe de mane

Wênekêşa me di destê me de.Bi rojan roj tê…bi rojan êvar ketine, li ser deşta kafya…li ser bajarê behra Wanê…

Siya êvaran daketiye…li ser bilindahiya qesra Îshak Paşa

Dengbêjekî dengê xwe daye hemi qesr û qonaxên kû perperok, kevokên ku di xewna xwe de sirgûn bûne. Min hevalek heye…li serê Sîpan…li keleha dimdim, li newala Xarpêtê, li ber ava Lolan.

Weke kû me pal dabe, dara gûvîjê, dar stirîya dirîreşkan,. Kale mêrek temen mezin e  û her gava me dibîne,  ji me re wiha dibêje 

Mirî jî li ber dengê me raketine.

Şaîr dibêje, ‘berdewama çîroka me hemîyan e, bîrin despêk, rê despêk e.’

Îca! Kê pê hay heye kû te… tifing, jîn û jîyan borandîye, li ber newalan, li deverên çol û li rex wê beyabana kû li dûrîyê de dûr dima.

Mezel jî goristan jî li ber dengê me man e.

Ka îca! Stranekê vêxe, stranekê vêxe..Denîz, hemî çiya…hemî çiyayî bi ser deştê ve çûne

Em ê rengê dîwarê şikestî, dîroka Kurdistanê de bi bîr bînin û Kurdistan terîxa wan gerîlayan kû şop dane li dû şopan

Carinan me ji Tetwanê, bayê pîrê dara gûzê û bermayiyên berê dianîn.

Deryayên kû pêlên behrê jî  dema ku hûn pêşde diçûn

Hûn ê çiyayên li cihên bilind jî raz û xûmama zemanan jî bi xwe re bînin. Jiyanekî tîje raz û rêya hezar gerîlayan ya bi serê şara şehadatê jî. Tû bûyî jinekî gerîla ku nalînên demê û şerên demê, di destên xwe de kom dikir. Ev zarokên mezin ên çermê tarî, zarokên mûtewazî û bi hurmet ên ku çek di destên xwe de girtin û mîna xwe dimeşiyan, her tim li çiyayan notek û rojnivîskekî gerîla bi xwe re hiştin.

Dengek

Çekek

Jiyanek

Û rêça hezar salî ya çiyê li wir ma

Her tişt ji van deman re maye

Sibeha zeman,  ji zeman re maye, demsalên xweş yên wan zemanan

Di demsalên xweş ên zeman de, em ê ji tama hinarê û bilindahiya dara hêjîrê kêf bikin.

Dê li çiyayan dest bi vegotinê bike

Jinek bi agirê Newrozê li ser pişta xwe dimeşe

Li axa xwe, li axa xwe

Niha gava dibêm  Denîz gerîla ye, bila  Celia Sanchez jî rihê xwe şad be.

Deryayek e, wê şîn û kanî û rûbaran, kûlîlkên li nav çiyayan jî, ji me re bîne.

Dê şopek li ser birîna xwe û notek jî di deftera xwe de bihêle.

Nabêje, ma erd ji sirgûnê re ma?

Av, çem, rê, ji dûr ve... ax li cihê xwe ma, bîranîn li cihê xwe man, bîranînên gerîla her tim li wir man... Li wê cihê bilind û yên li çiyayan, li wan sînoran, her tişt ma... û şînekî bê dawî ye, esman jî di cihê xwe de ma.

Û paşê di meha nîsanê de keriyên ewran dihatin û diçûn, her tişt dihat û diçû, ber bi çiyayan, ber bi deştên kûr ve.

Rêya sibê li cihê xwe ma

Piştî te

Piştî Tebaxê

Çend defter û rojnivîsên gerîlayan li wan çiyayan hîna têne nivîsandin

Pênûsa gerîla,  jiyana gerîla

Dem, sedsal, her tişt di serdema ku me jiyaye de ma.

Deryayek me jî hebû... û şopa me di çiyayan re derbas dibû û çiyayekî berfê ku me mala xwe lê dikir... rê û cîhekî pîroz kû xwedayan destûr neda...

Piştî deh salan 

Wa min hevalek heye, di rêya Binevşan de

Di rêya ber rêçan de

Di rêya doza azadiyê de

Oxir be Denîz

Oxir be Celia Sanchez…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.