Dengekî xweş yê dinyayê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 22:00

  • Di vî warî de bavê wan wiha dibêje, “Zarokên min ji teoriya muzîkê fêhmnakin. Tenê li ser guhdarkirina muzîkê hûr dibin. Hûn ji min jî bipirsin muzîk beriya gotinên stranan tên. Melodî û rîtma stranekê dikare ambiyansekê ava bike. Ji bo me tiştê herî girîng ev ambiyans e.”

XASÊ CÛNÊ

Li dinyayê gelek komên muzîkê hene ku muzîkên baş îcra dikin û bi muzîka xwe dibin delaliyê ber dilê guhdaran. Lê koma bi navê “Isaac û Nora” ango bi Fransî, “Isaac et Nora” di nav van komên dinyayê de yek ji komên herî dilsoz e. Ev kom bi deng û awazên xwe û her wiha bi muzîka xwe ya xweşik ku guhê merivan qet aciz nake bûye ber delaliyê gelek muzîkhezan. Ev kom ji sê kesan pêk tê; Isaac û Nora û bavê wan Nicolas Restoin. Ev koma muzîkê sala 2019’an li ser Youtube strana bi navê “Veinte años” parve kir û bi vê klîpa ku pirr xwezayî ye, li dinyayê hat naskirin. Dema ev vîdeoya wan hat pervekirin, Isaac 12 û Nora jî hîna 7 salî bû.

Isaac û Nora tevî malbata xwe li navçeya piçûk Quimper a Fransayê dimînin. Bavê wan Nicolas Restoin bi awayekî profesyonel di warê muzîkê de perwerde bûye. Lê wî nexwestiye zarokên wî herin dersên fermî bigirin, ji bo muzîkê û tiştekî nû ceribandiye. Ji dêvla wan bişîne dibistanê, bi awayekî xwezayî zarokên xwe teşwîqî muzîkê kirine. Zarokên wî ango Isaac û Nora ji notasyona muzîkê zêde fêhm nakin û tenê bi guhdariya muzîkê di vî karî de bi pêş dikevin û her ku muzîkên dinyayê dibihîzin, xwe bi pêş dixin. Di vî warî de bavê wan dibêje, “Zarokên min ji teoriya muzîkê fêhm nakin. Tenê li ser guhdarîkirina muzîkê hûr dibin. Hûn ji min jî bipirsin, muzîk beriya gotinên stranan tên. Melodî û rîtma stranekê dikare ambiyansekê ava bike. Ji bo me tişta herî girîng ev ambiyans e.”

Albûma yekem ‘Latin & Love Studies’

Nicolas Restoin ji bo stranên ku dibêjin jî dibêje, ew bi awayekî xwezayî wan hildibijêrin, lê ji hêlekê ve jî heta ji wan tê ew stranên kevn ên hatine jibîrkirin, dibêjin. Bi vî awayî dixwazin stranên kevn yên jibîrkirî careke din werin bihîstin û guhdarîkirin. Diya Isaac û Nora jî ne keseke dûrî muzîkê ye, ew herî zêde jî ji stranên Emerîkaya Latîn hez dike û wan dibêje. Isaac û Nora jî destpêkê ji stranên ku diya wan dibêje, îlhamê digirin û bi vî awayî klîpa bi navê “Veinte años” li ser înternetê bar dikin. Di vê klîpa wan de diyar e ku Nora û Isaac pir şerm dikin û hîna baş li gotina stranan venebûne. Bavê wan Restoin ji bo vê klîpê dibêje, “Ji bo me rojeke girîng e, ji ber her tiştî guherand heta bi şêwaza muzîka me.” Piştî vê klîpê albûma xwe ya solo ya yekem jî derdixin. Albûma wan a “Latin & Love Studies” ji stranên Emerîkaya Latînî pêk tê, yên ku ji her welatî kom kirine. Di nav vê albûma wan de gelek stranên navdar hene.

Spanî fêr dibin û derdikevin turneyê

Isaac û Nora tevî bavê xwe ji bo karibin stranên ku ji wan hez dikin, bibêjin di van sê salên dawiyê de li ser zimanê Spanî xebitîne da ku karibin bi hêsanî û xweşiktir stranên Emerîkaya Latînî bibêjin. Piştî ku hînî ziman dibin, ew derdikevin turneyan, û turneya xwe ya yekê pêk tînin. Di vê turneyê de li Meksîka, Perû û Şîlî konseran didin. Xelk hingî ji wan hez dike, bilêtên konserên wan namînin û salon ji bo wan tije dibin. Dema Nora li Meksîkayê derdike ser dikê, dibêje, “Cara yekem e ez bi serê xwe stranekê dibêjim. Ez ê strana Violeta Parra ya bi navê ‘Volver a los 17’ bibêjim. Çi tiştekî xerîb e, ez 10 salî me lê straneke ku behsa 17 saliya min dike dibêjim.”

Nora ku niha 10 salî ye stranan dibêje û di ber re jî înstrûmana ukulele dijene. Isaac jî niha 14 salî ye û li trompetê dixe. Di hin stranan de weke vokal ew jî bi Nora re stranan dibêje. Bavê wan Nicolas Restoin jî gîtarê dijene û pêşengiya komê dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.