- Destpêkê ew bi stranên olî yên cihûyan dadikeve û bêhtir stranên bi vî rengî dibêje. Lê bi demê re ber bi rehên Kurdayetî ve diçe û bala xwe bêhtir dide ser muzîka Kurdî. Dema bavê wê wefat dike ew bêhtir li muzîka Kurdî dikole û di 37 saliya xwe de dest bi gotina stranên Kurdî dike.
Ilana Elîya, hunermendeke Kurd e. Mirov dikare bibêje, dengbêjeke vê serdemê ye. Ew li Qudsê hatiye dinyayê. Piştî dewleta Îsraîlê tê damezirandin malbata wê ji Başûrê Kurdistanê koçî Îsraîlê dike û li wir bi cih dibe. Elîya jî sala 1955’an li wir çêdibe. Bavê Elîya ji mêj ve bû bi muzîkê re mijûl bû û nexasim jî haya wî baş ji muzîka klasîk a Kurdan hebû. Her wiha ew şefê koroyê bû. Elîya jî di temenekî piçûk de bala xwe dibe ser muzîkê û ji ber malbata wê malbateke Kurd e û bi muzîkê re mijûl e, wê ji piçûkatiyê ve melodiyên Kurdî jiber kirine.
Vegera li rehên Kurdî
Elîya dema piçûk e, malbat li Qudsê dimîne û derfet tine ye ew biçe dibistanên muzîkê. Lê bavê Elîya wê dişîne YMCA´yê (saziyên ku li gorî rêgezên Xiristyanî perwerdeyê didin). Elîya li wir metnên pîroz dixwîne û di warê “arya” de gelek bi pêş dikeve. Li wir hay ji dengê xwe çêdibe û dixwaze di warê muzîkê de jî hin stranan bibêje. Destpêkê ew bi stranên olî yên cihûyan dadikeve û bêhtir stranên bi vî rengî dibêje. Lê bi demê re ber bi rehên Kurdayetî ve diçe û bala xwe bêhtir dide ser muzîka Kurdî. Dema bavê wê wefat dike, ew bêhtir li muzîka Kurdî dikole û di 37 saliya xwe de dest bi gotina stranên Kurdî dike.
Ilana Elîya bi çend stanbêj û muzîkjenên Îsraîlî re komeke bi navê “Cîbalî” ava dike. Esas, navê komê jî ji “Çiya” ango “Cebel” tê. Ji ber ku Ereb ji warê Kurdan re dibêjin “Cebel Ekrad”, Ilana Elîya vî navî bi zanebûn hilbijartiye. Elîya tevî komê li ser dikê stranên bi zimanê Kurdî û Îsraîlî dibêje. Stranên wan bêhtir folklorî ne û di demeke kin de ev stîla wan bala xelkê dikişîne ser xwe.
Jabaliyo ango ‘kurê çiya’
Ilana Elîya sala 1992’an bi navê “Jabaliyo” albûmeke solo derdixe. Jabaliyo jî bi Erebî tê maneya “kurê çiya”. Di vê albûma xwe de stranên xwe hemû li ber amûrên klasîk gotine û gelek stranên wê kalsîkên Kurdî ne. Elîya bi şêwazeke nû û resen ev stran gotine û dengekî wê yê xas heye.
Albûma wê ya Newrozê
Lê albûma wê ya bi navê “Newroz” ya sala 1996’an, bêhtir tê zanîn. Di vê albûma wê de 14 stran hene. Her çend stranên di vê albûmê de berê hatibin bihîstin û gotin jî bi dengê Ilana Elîya re dibin xwedî şiroveyên nû. Dengê wê yê henûn û kubar bala me dîsa dibe ser van stranan û mirov dixwaze bi dengê wê carake din li wan guhdarî bike. Ji ber ku ew xwedî şêwazeke cuda ye û dengekî xweş li ser e.
Ilana Elîya tevî koma xwe “Cîbalî” li Emerîka û Ewrûpayê li gelek bajaran konser dan û li ser dikê stranên Kurdî gotin. Sala 2010’an li Festîvala Cihûyan ya Krokowê û li Akedemiya Brooklynê stranên Kurdî gotin.
NAVENDA NÛÇEYAN