Dengek ji bo Rojava

Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:06

  • Amineh Kakabaveh: Wan da zanîn ku ew ê desteka madî û manewî bidin Rojava. Ez jî, ez ê vê pêvajoya li pêşiya me, binihêrin ka ew li ser sozên xwe ne yan na. Hema, çawa ku sozên xwe bi cih neanîn, ez ê desteka xwe ya ji bo hikûmetê bi dawî bikim.

ERKAN GULBAHÇE

Di dema pêkhatina hikûmeta nû ya Swêdê ya bi serokatiya Magdalena Andersson di 29´ê Mijdarê de dengê parlamentera serbixwe ya Kurd Aminah Kakabaveh diyarker bû. Partiya serokwezîr Magdalena Andersson, Partiya Sosyal Demokrat xwedî 100 kursiyan e di parlamenê de û niha heta hilbijartinên piştî heşt mehan wê bi hikûmeta hindikahî welêt bi rê ve bibe. Lê dengê Kakabaveh nebe, hikûmeta wê, wê bikeve. Amîneh Kakabaveh dibêje, ji bo desteka ji hikûmetê re, ew di nava sê hefteyan de 3 caran bi hikûmetê re rûniştiye û ji serokwezîr re jî gotiye, ji bo wê ya bivênevê Rojava ye. Yanî Kakabaveh desteka xwe ya ji bo hikûmetê bi destek û naskirina Rojava ve girêdaye. 

Amineh Kakabaveh ji sala 2008´an ve di parlamena Swêdê de ye. Ew heta sala 2019’an jî di Partiya Çep de bû, lê ji ber nakokiyeke demdirêj a bi lîderên partiyê re, sala 2019’an ji partiyê îstîfa kir û bû parlamentereke serbixwe. Sala 2021´ê di çareserkirina krîza hikûmetê de diyarker bû. Dengên li dijî hikûmetê û yên hikûmetê tam biqasî hev bûn û dengê wê jî dengê diyarker bû. Serokwezîr Magdalena Andersson û Partiya Sosyal Demokrat ji bo çareserkirina krîzê 3 caran bi Amineh Kakabaveh re rûniştin. Wê bi hikûmetê re bazar kir di meseleyên pirsgirêka Kurd, naskirina Rojava, qutkirina alîkariya ji bo dibistanên dînî yên tundraw, zêdekirina baca zengînan, kêmkirina baca mirovên teqawît, bi giştî li ser 9 xisûsan.

Piştî vê jî wê biryara destekkirina hikûmetê da. 

Rojava bivênevê ye

Amineh Kakabaveh ji bo hevdîtinên xwe dibêje, “Nexasim di hevpeyvîna min a bi serokwezîr Anderson re min Rojava gelekî derxist pêş. Min got, ji bo min bivênevê ye. Em li ser wê yekê peyivîn ka wê ji beramberî Rojava siyaseteke wan a çawa hebe, wê gavên çawa ji bo naskirina Rojava biavêjin, me minaqeşe kir. Jixwe, di dawiyê de rayedarên hikûmeta nû fikrên xwe yên êrênî yên elaqedarî Rojava ji gelek saziyên weşanê û çapemeniyê re gotin. Wan da zanîn ku ew ê desteka madî û manewî bidin Rojava. Ez jî, ez ê vê pêvajoya li pêşiya me, binihêrin ka ew li ser sozên xwe ne yan na. Hema, çawa ku sozên xwe bi cih neanîn, ez ê desteka xwe ya ji bo hikûmetê bi dawî bikim, bila kes gumanê ji vê nebe.”  

Dinya deyndarê Kurdan e 

Amineh Kakabaveh dibêje, dema ku Kurdan şerê DAIŞ´ê dikir, desteka raya giştî ya dinyayê û ya Swêdê gelek bû, lê mixabin ev destek kêm bûye:

“Di navbera 2014-2017´an de sempatiyeke mezin li dinyayê ji bo Kurdan hebû. Hingê ez çûbûm Kolombiyayê, Emerîkayê. Li her deverê behsa lehengiya jinên Kurd dikirin. Hem sempatiya raya giştî û hem jî ya dewletê ji bo Kurdan hebû. Mixabin, bi lawazbûna DAIŞ´ê re desteka ji bo Kurdan êdî kêm bû. Nexasim jî siyaseta Erdogan li dijî Rojava, û hewldana nîşandana Rojava weke terorîst li dinyayê, hindik be jî, bû xwedî rol di kêmbûna desteka ji bo Rojava de. Li vir rastiyek heye, dinya û Swêd deyndarê Kurdan in. Divê li dijî hewldanên Erdogan ên weke terorîst nîşandana YPG û YPJ´ê divê dengê xwe bikin. Divê ji ber êrişên wî yên li dijî çar parçeyên Kurdistanê, di rûyê wî de bibêjin terorîstê bi rastî Erdogan bi xwe ye.”

PKK divê ji lîsteyê bê derxistin 

Parlamentera serbixwe ya Swêdê, Amîneh Kakabaveh bûyera kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme bi bîr xist û got, êdî kelevajî ye ku hikûmeta Swêdê ji ber kuştina Palme PKK’ê tohmetbar bike:  “Piştî kuştina Palme, bi pêşengiya sosyal demokratan, PKK xistin lîsteya terorê. Siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan hat bipêşxistin. Tevî ku derket holê Kurd bêguneh in jî, hikûmeta bi pêşengiya sosyal demokratan ji Kurdan lêborîna xwe nexwest. PKK hê jî di lîsteya terorê de ye. Hikûmeta Swêdê divê tavilê ji vê şaşiyê vegere. Di vê meseleyê de bar dikeve ser siyasetvanên Kurd ên di nava Parrtiya Sosyal Demokrat de jî. Beriya bi du hefteyan min ji parlamenterên Kurd re yên di nava sosyal demokratan de name şandin li ser vê meseleyê. Min got, lazim e ji bo derxistina PKK´ê ji lîsteya terorê, bidawîkirina krîmînalîzekirina miletê Kurd ew jî bi rola xwe rabin. Divê ew hikûmeta ku di navê de ne hişyar bikin û ji bo siyaseteke elaqedarî mijarê jî têbikoşin.”

Ew ê her têbikoşe 

Amîneh Kakabaveh got, ew ji niha û pê ve jî ji bo Kurd û Kurdistanê têbikoşe:  “Ez ji bo Kurd û Kurdistanê bûm pêşmerge, li çiyayan geriyam. Wext hat ez tevlî çalakiyan bûm, wext hat ez bûm parlamenter û li parlamena Swêdê min meseleya Kurd îfade kir. Ji niha û pê ve jî hem li parlamenê, hem li derve û hem jî di çalakiyan de li ku devera dinayayê bim, ez ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Kurdan dewam bikim. Kurd divê li her welatê lê, siyasetê bikin, bikevin parlamenê, zextê li ser siyasetvanên wan welatan çêkin.”

5 salan pêşmergetî kir 

Amîneh Kakabaveh sala 1970´yî li bajarê Seqizê yê li Rojhilatê Kurdistanê hat dinê. Ew dibêje derdora wê feqîr bû lê welatparêz û fedekar jî bû. Amîneh Kakabaveh dibêje, li hemberî zextên dewleta Îranê, xal, jinxal û du kekên wê tevlî nav refên Komalayê dibin. Ji ber wê zexta rejîma Îranê li malbata wê zêdetir dibe. Behsa êşkenceyên li bavê xwe kirî jî dike:  “Nîvê şevê, deriyê me şikandin û ketin hundir. Bi lêdanê bavê min ji malê derxistin. Ez û xwişk û birayên min ên ji min piçûktir, me hev hembêz kir û şev li xwe kir sibeh. Piştî vê bûyerê, weke ku ez çend salan mezin bûbim li min hat. Min sond xwar. Bi xewna ku ez ê bibim pêşmerge min bi dizî li bernameyên radyoya Partiya Komala hisand, xwe bi pêş ve bir.”
Wê ev sonda xwe bi cih anî û 5 salan li çiyayên Kurdistanê bû pêşmerge. Cotmeha 1991´ê bi bernameya penaberan a Neteweyên Yekbûyî salekê li Tirkiyeyê ma û sala 1998´an bi alîkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) çû Swêdê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.