Piştgiriya QSD’ê erkek e
Şemî 15 Mijdar 2025 - 03:10

Şêniyên Girkê Legê dan zanîn ku QSD mîsogeriya dewamiya jiyana ewle û hêza parastina hevgirtina civakê ye. Şêniyan gotin, piştgiriya QSD’ê erkek e.
Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û da zanîn ku QSD hêza parastina ewlehî û hevgirtina civakê ye.
Şêniyê bi navê Mihemed El Ebid destnîşan kir ku QSD mertala parastina gelê herêmê ye û bersiva hemû êrişên li ser herêmê dan.
Mihemed Ebid diyar kir ku bi saya QSD’ê gelê herêmê di nava ewlehî û rihetiyê de ye û wiha domand: "QSD’ê bi rola sereke ya parastina gund û bajarokan û silametiya şêniyan radibe. QSD li hemberî hemû gefan mertalê me yê asê yê parastina me û jiyana me ya hevbeş e. Em Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyên din ên herêmê bi hev re dijîn. Çarenûsa me, derdê me û hêviya me yek e."
Fatima Ehmed jî bal kişand ser rola QSD’ê ya parastina şêniyan û got: "Dema ku xebatên parastina axê bi hêz dibin, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de jî bi hêz dibe. Em piştgiriyê didin hêzên xwe yên ku di eniyên pêşîn de parastina me dikin."
Fatima Ehmed anî ziman ku piştgiriya bi QSD’ê re erka her ferdekî vê civakê ye û destnîşan kir ku aramiya herêmê girêdayî hevgirtina wan a bi hêzên parastinê re ye.
Ebdulezîz Yûsif jî diyar kir ku bawerî di navbera QSD û gel de heye, lewre jî herêm aram e. Ebdulezîz Yûsif da zanîn ku tevkariya mezin a di navbera şêniyan û QSD’ê de avantaja bingehîn a parastina şêniyan e. Ebdulezîz Yûsif di dawiya axaftina de îşaret pê kir ku tevahî şênî û hemû pêkhate piştgiriya QSD’ê dikin.
ANHA/QAMIŞLO / ROHAT XELEF















