Dengê li ser avê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Îlon 2021 - 05:35

  • Ew bi vê helwesta xwe dibe “dengê ser avê” û dike ku em jî hay ji derûdora xwe hebin û neherimînin. Li gorî hin lêkolînan, di sala 2050’î de ji masiyan zêdetir çop wê di behrê de hebe. Gava mirov van agahiyan dibihîze, karê ku Wayan Nyo dike bêhtir bi qîmet dibe li ber dilê mirov.

XASÊ CÛNÊ
AMED


Dinya her diçe qirêj dibe û mirov çawa ku hay ji vê yekê tine bin, bê xem dijîn. Ev dinyaya ku bi destê mirovan tê qirêjkirin piştî wextekî bi hin bobelat û bûyerên xwezayî heyfa xwe ji mirovatiyê distîne. Tişta ku em diavêjin xwezayê, xweza wan tiştan bi awayekî li me vedigerîne. Em insan dîsa jî li ber xwe nakevin û ji bûyerên ku tên serê me, dersan nagirin. Lê carê li vê dinyayê hin mirovên ku li siberoja dinyayê difikirin û ji bo xwezayê xeman dixwin jî hene. Gava mirov wan insanan dibîne, hêviyên mirov ên ji bo dinya û xwezayê mezintir dibin. Wayan Nyo yek ji wan mirovên xwînşîrîn e. Gava mirov helwêsta wî ya ji bo dinyayê dibîne û berê xwe dide jiyana wî ji bo siberojê jî kêfa mirov tê. 

Ew hay ji dinyaya xwe heye

Wayan Nyo, mirovekî 90 salî ye û qermîçonkên li ser rûyên wî tecrubeya bi salan ya li ser behrê nîşan didin. Her wiha ew yekî dilnizm e jî. Ew li Îndonezyayê, li peravên behra Balî dimîne. Ew jidil jî dijî, wek hinekan wext nabihurîne li wir! Hay ji dinyaya xwe heye û lê xwedî derdikeve. Ji bo behr neherime ev 21 sal in ku dixebite û ji behrê naylon û çopan dide hev û tê li peravê kom dike. Ew bi vê helwêsta xwe dibe “dengê ser avê” û dike ku em jî hay ji derûdora xwe hebin û neherimînin. Li gorî hin lêkolînan di sala 2050’î de ji masiyan zêdetir çop dê di behrê de hebe. Gava mirov van agahiyan dibihîze, karê ku Wayan Nyo dike bêhtir bi qîmet dibe li ber dilê mirov. 

90 salî ye lê wek ciwanekî dixebite

Dibe ku Wayan Nyo 90 salî be, lê bi qasî ciwanekî 15 salî bi liv û tevger e. Li gorî temenê xwe pirr çalak e û bi qeyiqa xwe ya piçûk karên gelek baş dike. Wayan Nyo ji zarokatiyê ve masîgiriyê dike. Ew behrê pirr baş nas dike û hema bêje, jiyana xwe hemû li ser behrê derbas kiriye. Her roj ji bo masiyan bigire torên xwe kom dikirin û berê xwe dida behrê. Wî li pêlan guhdarî dikir û li gorî pêlan bi rewşa hewayê dizanîbû. Masî dişopandin û rîtma behrê jiber dikir. 

Behra ku ew lê jiyaye, berê ji bo masiyan pirr girîng bû, lê van çend salên dawiyê zêde hatiye qirêjkirin û jiyana heywanên di nav behrê de di tehlûkeyê de ye. Nexasim jî plastîkên ku carekê tên bikaranîn û paşê tên avêtin, tehlûkeya herî mezin e ji bo wan. Ji ber wê, Wayan Nyo van salên xwe yên dawiyê bêhtir bi paqijkirina behrê dibihurîne û weke berê masiyan nagire. Ew vê yekê bi hezkirin dike û ji dilê wî tê. Helbet di vî karî de ew tenê nîne, hevjîna wî jî li gel wî ye û bi hev re vî karî dikin. Her wiha zarok û neviyên wan jî hay ji vê helwêsta wan hene û ew jî carê bi wan re dibin alîkar. 

Belgefilmeke kurt û kurmancî

Derhênera Emerîkî, Dana Frankoff a ku ji San Francisco ye, vê jiyana Wayan Nyo ya bi mane, kiriye belgefilm. Navê belgefilma wê jî “Voice Above Water” (Dengê li ser avê) ye. “Dengê li ser avê” belgefilmeke kurt û kurmancî ye. Jiyana Wayan Nyo û malbata wî bi şêwazeke sade anîye ziman û zêde dirêj nekiriye. Jiyana wî ya rojane bi dîmenên herikbar nîşan dide û qet me aciz nake. Rêwîtiya Wayan Nyo ya ji bo paqijkirina behrê gelek tişt fêrî insanan dike. Helbet heger mirov guhê xwe bidin “dengê li ser avê”. Çîrokeke hêjayî dîtinê ye, ji bo careke din karibin masiyan bigirin û debara xwe bikin, mecbûr in xwedî li behrê derkevin û wê paqij bikin. 

Heger em peywira xwe bi cih bînin...

Ev belgefilma Dana Frankoff, Dengê li ser avê, sala 2021’ê li “Festîvala Filman a Navteweyî ya Okyanûsan” hatiye nîşandan. Wekî din li “Festîvala Filman a San Luis Obispo” jî hatiye nîşandan û li wir xelata “Belgefilma herî baş ya kurt” wergirtiye. 

Dana Frankoff dibêje, helwêsta Wayan Nyo vê tîne bîra mirov: “Heger em peywira xwe bi cih bînin, em ê ji bo gelek tiştan bi ser kevin.” Ji lewma jî wê xwestiye bi belgefilmeke wiha jiyana wî nîşan bide da ku ji alemê re bibe mînak û ew jî hay ji derûdora xwe hebin û xwezayê qirêj nekin.

Ji bo temaşekirina belgefilma “Voice Above Water” bitikîne

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.