Dengê bêdengiyê!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Tîrmeh 2021 - 06:47

  • Ahmedê penaber: Ev tiştekî ne normal e û êrişkar e. Gelek caran hate serê min. Heta carekê jinekê li rûyê min xist û got, ‘Li gorî min Ereb ne mirov in jî, divê hemû ji Tirkiyê werin derxistin ango bên avêtin.

Komeleya Medya û Koçê bi projeya xwe ya “Proje Sessiz” (Proje Bêdeng), li Tirkiyeyê rewşa penaber û koçberan tîne ziman. Komele, bi vê projeyê nefret û cudakeriya rojane ya li dijî penaber û koçberan bi riya vîdeo û podcastan dibêje û balê dikişîne ser jiyana wan a zehmet.

Proje Bêdeng, bi nûneriya Weqfa “Friedrich Ebert Stiftung” a Tirkiyeyê bi rê ve diçe û Komeleya Medya û Koçê jî bi armanca “dinyayeke bi hev re ya bê nefret” bi aweyekî dixwaze bibe dengê bêdengiyê û serhatiyên penaberan bi rêya vîdeo û podcastan bibêje.

Komele armanca projeya “Bêdeng” wiha îfade dike: “Penaber û koçber di hemû warên jiyanê de nefret û cudakeriyê dibînin. Bingeha jiyaneke hevpar û bi hev re, avakirina dinyayeke bê nefret e! Proje Bêdeng, bi vê armancê dixwaze penaber û koçberên li Tirkiyeyê, nefret û cudakeriya li dijî xwe bi hevokên xwe bînin ziman û ji van serhatiyên wan navenda hafizeya dîjîtal ava bike.”

Hûn rastî kîjan cûdakariyê hatine?

Di çarçoveya projeya Bêdeng de Komeleya Medya û Koçê li gelek bajarên Tirkiye xebitiye û xwe gihandiye penaber û koçberan. Ji bo projeya Bêdeng, komeleyê ji penaberan pirsiye, “Hûn li Tirkiyeyê rastî kîjan bûyerên cudakeriyê hatine?” Bersivên penaberan bi formata vîdeo û podcast wek serhatiya van kesan, qeyd kirine û li ser malperê weşandine. 

Di çend vîdeoyan de penaber serhatiyên xwe yên cudakeriyê tînin ziman. Gava mirov berê xwe dide gotinên van kesan, mirov zehmetiya penaber û koçberan careke din baştir hîs dike û ji xwe pirsan dike.

Mirov me çawa dibînin?

Di vîdeoya yekê de ku navê wê “Mirov me çawa dibînin?” e, jineke bi navê Wafaa dibêje, ew hîna nû koçberî Tirkiyeyê bûye û li atolyeya tekstîlê dixebite. Wafaa di vîdeoyê de behsa destdirêjiya li hember xwe ya xwediyê atolyeyê dike: “Ez hîna nû hatibûm Tirkiyeyê û hefteyek bû ez li kar digeriyam. Paşê min li atolyeya tekstîlê ev kar dît. Piştî çend rojan xebitîm, xwediyê atolyeyê ji yên li wir re digot, ‘Ev jin çima hatine li vir dixebitin, ciyê wan ne evder e, ez dikarim karekî li gor wan bibînim û dê bêhtir pere qezenc bikin.’ Elbet min ji gotinên wî fêhm nedikir, li cem min zarokekî cîranê me hebû, bû êvar hat ji min re got, ‘xwîşkê em ê dev ji kar berdin.’ Min dîsa fêhm nekir, em hatin malê, vê carê cîranên me yên Kurd bi Kurdî ji me re gotin. Li wir moralê min pirr xera bû û min fêhm kir ku mirov bi çi çavî li me dinihêrin. Derûniya min xera bû, careke din baweriya min zû bi zû bi mirovan nehat êdî, ewqas ku bi xerabî nêzî mirovan bûne.”

Li gor wan em ne ti tişt in!

Di vîdeoya duyemîn de ku navê wê “Li gor wan em ne ti tişt in!” e, jina bi navê Rahaf dibêje, ji ber yên li hemberî min fêhm nekin ku ez penaber im, ez bi zimanê xwe yê zikmakî newêrim biaxivim. Rahaf dibêje, “Me piçûk dixînin. Ma tiştê bi serê Sûriyê de hat ne ji destê me bû! Ji dêvla ku li cem me bisekinin û wek xwîşk û bira piştgiriyê bidin me, ew çawa me wiha dibînin û me piçûk dixînin? Ji ber van sedeman nikarim herim her derî ji ber ku li wir Tirk hene. Heger nîqaşek derkeve ez fêhm nakim, nikarim bersivê bidim û min piçûk dixînin. Ji ber wê, ciyên ku ez diçimê bi zimanê Erebî nikarim biaxivim da ku tiştekî nebêjin û bi xerabî li min nenihêrin. Li gor wan em ne ti tişt in!”

Ne mirove jî!

Di vîdeoyeke din de ku navê wê “Ne mirove jî!” ye, kesekî bi navê Ahmad dibêje, li Tirkiyeyê zêde cudakerî heye û wiha qala serhatiya xwe dike, “Min berê cudakeriyeke bi vî rengî qet nedîtibû. Wek mînak, rojekê li Starbucksê min kesek nas kir û xwest li gel wî sohbet bikim. Nêzî sê sal çêbûbûn ku ez li Tirkiyeyê bûm û ez êdî bi Tirkî dipeyivîm. Naskirina mirovan ji bo min tiştek nû bû. Lê gava ez bi wan re diaxivîn û min digot ez Ereb im, bersivên wek ‘Erebê pîs!’ didan min û gava ev bersiv didan min qet ne xema wan bû. Ev tiştekî ne normal e û êrişkar e. Gava min ji wan re digot, ‘Ez jî Ereb im, hûn nikarin ji bo her kesî vê bibêjin’, li min wiha vedigerandin, ‘Na na, hemû Ereb wiha ne lê tu cuda yî.’ Ev tişt cudakerî ye û mirovan piçûk dixîne. Ev tişt gelek caran hate serê min. Heta carekê jinekê li rûyê min xist û got, ‘Li gorî min Ereb ne mirov in jî, divê hemû ji Tirkiyê werin derxistin ango bên avêtin.’” 
Vîdeoyên vîdeoyên anîmasyonî yên serhatiyên penaberan li ser malpera projeyê hatine parvekirin.
https://projesessiz.org

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.