Dengbêjê Germiyanê; Hesen Xerîb

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Hezîran 2024 - 00:34

BIRWA ESHED / ROJNEWS / GERMIYAN

Hunermend Hesen Xerîb qederê nîv sedsalekê ye stranên dengbêjî (meqam) dibêje. Xwediyê bi dehan honraw, sitran û mûzîka ye. Hunermend Hesen Xerîb daxwaza wî ew e ku nifşê nû fêrî denbêjiyê bibin û ev çand winda nebe.

Çawan hemû deverên Kurdistanê her yek bi rengek xwe yê çand û hunerî tê naskirin, Kerkûk jî bi dengbêjî û besteyên taybet ên devera Germiyan tê naskirin. Di vî warî de gelek hunermendên mezin derketine ku bûne nasnameya hunera Kurdî û dengbêjî û parêzvanên dengbêjiyê.

Tevî hemû êş û êrişên ku dijminên gelê Kurd li ser bajêr kirine, lê hîna jî huner evîna herî zindî ya bajêr e. Yek ji van hunermendan jî hunermend Hesen Xerîb e ku beşeke ji huner, dengbêjî û dîroka hunerî ya deverê ye. Hunermend Hesen Xerîb di derbarê jiyan û xebata xwe ya hunerî de axivî.

Hesen Mihemed Xerîb bi nasnav Hesen Xerîb di sala 1972’yan de li taxa Şorîce ya Kerkûkê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî jî li heman taxê xwendiye. Di heman salan de li gel xwendina xwe de li kebabxaneyek de kar kiriye. Ji ber hezkirina wî ji karê hunerî re hebû bi taybetî jî stran gotin, di temenê xwe yê zarokatî de di sala 1983’yan de tevlî dewreyek ya mûzîkê dibe. Piştî ku Hesen Xerîb fêrî dengbêjî, helbest û jenîna mûzîkê dibe, li gel çend hevalekî xwe Koma Mûzîkê ya Rojava ava dikin. Vê komê bi stran û mûzîkên xwe tevlî şahiyên li Kerkûkê dibûn.

Paşnavê xwe ji bavê xwe digire

Mîna gelek hunermendên din, Hesen Xerîb jî destpêkê nasnavê Germiyanî lê tê kirin. Lê piştre vî nasnavî guherî. Hesen Xerîb di derbarê sedemê guherîna nasnavê Germiyanî de axivî û got: “Hevalên min bêyî ku haya min jê hebe li yek ji daxwaznameyên şahiyekê de paşnavê Germiyanî bi min ve dikin. Di wan deman de jî hunermendê Kurd ê navdar Hesen Germiyanî serdana taziyeya xizmek xwe yê li Kerkûkê dike. Li wê derê jêre dibêjin taziyeya me heye çawan tuyê herî şahiyê. Li wê derê aciz dibe û jêre ecêb têt. Min peywendî pêre kir û daxwaza lêborînê jê xwest û jêre got hevalên min ev paşnav li min kirine. Piştî wê min paşnavê xwe navê bavê xwe lê kir û min kir Hesen Xerîb.”

Stranekê diyariyê Nasir Rezazî dike

Hesen Xerîb di sala 1992’yan de yekemîn kaseta xwe li Kerkûkê belav dike. Gelek stran û dengbêjî tê de hebûn. Yek ji wan stranên herî zêde deng veda jî sitrana ‘Bukman hatewe’ bû. Piştre li Bexdayê jî çend berhemek tomar kiriye. Di derbarê wan berheman de Hesen Xerîb got: “Yek ji stranên din ku zêde li nava gel de hat hezkirin ‘Givey ba’ bû ku ji çîrokek rasteqîn hatibû girtin û ji bo wê serdemê gelek guncaw bû.” Di dewamê de Hesen Xerîb li ser berhemên xwe got: “Di wê serdemê de CD nebûn, tenê kaset hebûn me stranên xwe li ser tomar dikir. Li ser kasetê dîroka derketinê, navê hunermend û stranên tê de dihatin nivîsandin. Wê demê min dîmenek yê hunermend Nasir Rezazî li gel Merziye xan dît, di salên 2000’î de bû, ji nû ve hatibûn Kurdistanê. Ji wê rewşa ku ew têde bûn gelek bandor bûm min dît li Xerîbiyê çi zehmetî jiyana. Wê demê min strana ‘Bargey xemim helgirtûwe û hatime bajarê xwe’ nivîsî. Min ew stran di sala 2001’an de di kasetek de tomar kir. Min wê strana xwe pêşkêşî Nasir Rezazî kir.”

Şertê zanîna heft stranên dengbêjiyê

Kêm kes xelkê herêma Germiyan hene ku sitranên dengbêjî yên Kurdî nabêjin. Hesen Xerîb jî yek ji wan hunermendên dengbêje. Di derbarê destpêka gotina sitranên dengbêjî de Hesen Xerîb wiha axivî: “Min di destpêkê de gelek guh dida stranên dengbêjên navdar ên wek Hesen Zîrek, Elî Merdan, û Heme Ceza. Her kesek çûba li ser televîzyona Kurdî ya Bexdayê divê destpêkê heft stranên dengbêjiyê bizanîbiyan.” Hesen Xerîb behsa berhemên xwe kir û got: “Di sala 1990’an ta sala 2004’an her sal min kasetek tomar kiriye. Her kasetek 8 ta 10 stran têde hebûn. Her wiha nêzî 40 klîp ji bo televîzyonan çêkiriye. Mixabin piştre televîzyona Kerkûkê çû li Bexdayê weşan kir. Şerê Emerîka yê li gel rejîma Baas (2003) bû sedem beşek zêde ya arşîva me tine bibe. Tenê beşek kêm a berhemên min mane. Ew jî di dema xwe de min li televîzyonê tomar kiribû. Gelek ji wan ne dengên ne paqijin û hinek ji wan xera bûne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.