Hunermendê Japonî Tomohiro Inaba peykerên dînamîk çêdike ku her yek ji van peykeran çîrokekê vedibêje. Gava mirov li fîgûrên wî yên weke insan û heywanan dinihêre hêleke wan temambûyî xuya dike lê gava mirov ji hêleke cudatir li peykerên wî dinihêre dibîne ku ev peyker temam nebûne û ji hev cuda xuya dibin.
Berhemên ku di pêşangeha xwe ya sola ya bi navê “A Story You See” de nîşan dide berhemên serketî yên warê dîtbariyê ne. Tomohiro Inaba gava van peykerên xwe disêwirîne ji muzîk û filman jî îlhamê digire. Bi fîgûrên ku çêdike bîneran dixe nava meraqeke kûr. Ew hem li hêlên negatîf û hem jî hêlên pozîtîf ên qada hunerê difikire û dixwaze bîner van valahiyên ku wî di peyker de ava kiriye temam bikin. Yanî enerjiya malzemeyê ku ji bo van peykeran bikaraniye di derbarê ruhê peyker de gelek tiştî rave dikin.
Gelek caran jî gava mirov dêhn û bala xwe dide ser van berheman çawa ku ew ê bifirin herin ango hîseke bi vî awayî bi mirov re çêdikin. Tomohiro Inaba dixwaze em hizrên xwe liv an peykeran binihêrin û wan bi xeyalên xwe temam bikin.
Pêşangeha “A Story That Yoo See” niha li Tokyoyê tê nîşandan û di meha Cotmehê de jî ew ê li Fransayê were nîşandan.
TOKYO