PDK aciz e ku waliyê Kerkûkê Kurd e

Çarşem 14 Tebax 2024 - 02:05

Berdevkê PDK'ê helwesta partiya xwe ya têkildarî dabeşkirina postan li Kerkûkê diyar kir û li dijî hilbijartina waliyê Kurd derket û got,’’ Bêyî hebûna nûnerên Eniya Tirkmenî û beşek ji Ereb û PDK'ê hatiye kirin ne qanûnî ye û li ser rêyeke rast nîne.’’

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed îro li ser destnîşakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê helwesta partiya xwe eşkere kir û dijbertiya partiya xwe li hember hilbijartina waliyê Kurd ji bo Kerkûkê anî ziman.

Hemwelatiyên Kerkûkê heft sal in li bendê ne ku parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûkê bê hilbijartin. Piştî ku di 10'ê Tebaxê de waliyekî Kurd ji bo bajarê Kerkûkê hat hilbijartin, PDK'ê dijberiya xwe ji bo waliyê Kurd ragihand. PDK bi vê dijberiya xwe bi aliyên şovenîst ên li dijî walîtiya Kurdan tev digere û dixwazin Kurdan ji hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bêpar bihêlin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ew tiştê ku di 10'ê Tebaxê de li Hotel Reşîda Bexdayê ji bo danîna walî û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bêyî hebûna nûnerên Eniya Tirkmenî û beşek ji Ereb û PDK'ê hatiye kirin ne qanûnî ye û li ser rêyeke rast nîne. Çareserkirina pirsgirêkên vî bajarî û dermankirina êş û azarên xelkê Kerkûkê bi xwenîşandan, hest û lîstikên siyasî çênabe. Çareserî ew e ku kar bi yek alî neyên kirin û hewl neyê dayîn ku aliyek bê dûrxistin û hemû alî bi dilpakî û ji bo xizmetkirina xelkê beşdarî birêvebirina Kerkûkê bibin.”

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyeyê bi rêya PDK û Eniya Tirkmenî hewl da ku aliyên Ereb razî bike da ku postê walîtiya Kerkûkê ji destê Kurdan û YNK'ê derxe. Di encamê de hewldanên wan bi ser neketin û postê walîtiya Kerkûkê careke din dane Kurdan.

ANF/MIHEMED KERKÛKÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.