Kerkûk di dorpêça Tirkan de ye

Sêşem 6 Tebax 2024 - 02:55

  • Dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe berfireh bike, hewldanên xwe yên li ser Kerkûkê zêde kiriye. Saziyên dewleta Tirk ên mîna MÎT û SADAT ji çar aliyan ve li Kerkûkê xebatên xwe zêde kirine.

Dewleta Tirk dixwaze bi Kerkûkê re dagirkeriya xwe hîn berfirehtir bike û bi temamî xaka Başûrê Kurdistanê bi dest bixe. Nîqaşên ku li ser Walîtiya Kerkûkê zêde dibin, gelek îhtimalan bi xwe re tîne û xeteriya ku Kurd walîtiya bajêr winda bikin jî mezin dibe. Aliyekî geşedanan digihije sala 2017’an ku PDK’ê bi hinceta referandûmê Kerkûk li holê hişt. Li aliyê din Londonê bi Bexdayê re li hev kir û piştî 100 salan jî rêya bidestxistina petrola bajêr dît. Washington jî hêz şande herêmê û parastina herêmên petrolê ya dikeve çarçoveya peymanê, girt ser xwe. Enqere di bin navê Eniya Tirkmen a Iraq (ITC) de gelek hêzên paramîlîter perwerde dike û vê organîzasyonê jî bi destê SADAT pêk tîne. Karên ku li Sûriye û Iraqê MÎT’ê pêşengî jî jê re kir û di sala 2014’an de tirên MÎT’ê dema ku çek dişandin Sûriyeyê, deşîfre bûn. Lewma li ser vê yekê di xebatên navborî de navê SADAT'ê dan pêş. Berpirsê giştî yê ITC’ê Hasan Turan yek ji nûnerên SADAT’ê ye, ev yek têkîliyên hikûmeta Erdogan û Iraqê digihîne asteke cuda. Ji xeynî Turan berpirsê giştî yê berê Erşad Salihî û Saddetîn Ergeç û kesên wiha li ser navê SADAT’ê di nava xebatên li Rojhilata Navîn de hatine bicihkirin. Xebatên ku bi giştî li Iraqê û bi taybetî jî li Kerkûkê tên meşandin, ji herêma koordînasyona girêdayî ‘ASSAM ASDER Enqere’ tê birêxistinkirin. Ji van herêmên koordînasyonê jî Alî Coşar berpirsyar e, ku wezîfeya alîkariya serokatiya SADAT’ê girtiye ser xwe. MÎT û SADAT ji bo ji 4 aliyan ve li Kerkûkê bibin artêş, ketine nava hewldanan û yek ji van hewldanan jî li ser Tugayên Tirkmen çêbûn. MÎT li ser Tugayên Tirkmen ên di bin sîwana Heşdî Şebî ya ku Îran piştgiriyê didê de, dikeve hewla planên nû û vê yekê hêzên Şîa û Îranê xiste nav liv û tevgerê. Berê dewleta Tirk li baregeha Başîka ya Mûsilê hêza bi navê “Heşdî Vatanî” perwerde kir û bi cih kir û ev hêz di sala 2017’an de girêdayî hêzên Heşdî Şebî hate kirin. Ji wê rojê heta îro jî planên ku hatine kirin, di bin sîwana Heşdî Şebî de dixistin meriyetê.

Komên ÎTC’ê hatin fesih kirin

Lê belê, Konseya Heşdî Şebî rojên borî biryar da û fesha Tugayên Tirkmen îlan kir. Piştî biryarê di serî de lîderê olî yê Şîa Alî Sîstanî, ji çend cihan nerazîbûn hatin. Di bingehê bertekan de jî, ji dewleta Tirk re ev yek tê gotin, “Em di nava vî karî de nînin.” Hikûmeta Iraqê li aliyekî jî diyar kir ku di bin sîwana Heşdî Şebî de hemû dînamîkên Iraqî hene. Artêşa Tirk dixwaze heta navenda Iraqê jî leşkerên xwe bi cih bike. Dewleta Tirk hewl dide li hemberî van polîtîkayên Iraqê li Kerkûkê bi rêya Tirkmenan hêzeke nû bi dest bixe û bi rêya vê hêzê jî di serî de Çemçemal dixwaze êrişî gelek deveran bike. Li hemberî vê yekê jî pêkanîn li dijî hêza navborî kete rojevê. Tugayên Tirkmen ên ku li rojavayê Kerkûkê û hin deverên bejahî baregehên leşkerî ava kirine, weke alarma xeteriyê hate dîtin. Ji ber ku ev hêz girêdayî Heşdî Şebî ye û ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve tê fînansekirin. Tê payîn ku dewleta Tirk bikeve nav hewldanên nû jî.

Lîstikên ser petrola li Kerkûkê

Serokwezîrê Iraqê Sudanî ji bo hilbijartina waliyekî heta 11’ê Tebaxê wext daye aliyên li Kerkûkê. Heta vî wextî eger alî li ser namzetekê walîtiyê yê hevpar li hev nekin, pêvajo rû bi rûyê 3 bijartekan dimîne. Ya yekem, bi fermana serokwezîr diyarkirina waliyekî ku YNK û hikûmeta Iraqê jî wî guncaw bibînin; di çarçoveya nîqaşan de Wezîrê Edaletê yê Iraqê Xalid Şiwanî û Neşet Şahwêz Xurşîd di nava kesên derdikevin pêş de ne. Bijarteka duyem betalkirina hilbijartinan e; bijarteka sêyem jî di encama israra polîtîkayên pêkhateya PDK, hêzên Sunnî û Tirkmen de li şûna waliyekî Kurd waliyekî Şîa bê hilbijartin.

Têkildarî petrola Kerkûkê ku di hedefa planan de ye, rojên borî hikûmeta Sudanî bi şîrketa Îngilîz (British Petroleum) BP re li hev kir. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Îngilîzan ji ber girîngiya stratejîk û çavkaniyên wê yên binerd mudaxileyî Kurdistanê kirin. Piştî 100 salan jî Îngilîz li ser peymana petrolê polîtîkayan pêş dixe. Girêdayî geşedanan, DYE’yê piştî referandûma 2017’an cara ewilî li Kerkûkê hêz bi cih kir. DYE’yê bi hêzên Antî Teror ên Iraqê, hikûmeta Bexda û BP’ê re li hev kir û li herêmên petrolê yên mîna Bay Hasan, Zembur, Havana û Baba Gurgur bi cih bû. Ev yek weke encameke peymana petrolê, hate nîşandan. Di qonaxa piştî wê jî de tê pêşbînîkirin ku petrola bi destê PDK’ê dihat firotin, êdî wê bi rêya hikûmeta navendî ya Bexdayê re bê firotin. Tê fikirîn ku haya Îranê ji liv û tevgera ku hewl tê dayîn di bin navê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bê nîşandan, hebû. Di rewşa heyî de ku hikumeta Sûdanî ewqasî di bin bandora Îranê de ye, zehmet e ku hikumeta Sûdanî li Bexdayê bi tena serê xwe bi şîrketa BP re rûnê û peymana petrolê pê re mohr bike. Her wiha Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Abdulgani ji Koalîsyona Dewletê ya Yasayî ye. Nurî Malikî serokatiya vê Koalîsyonê dike û her wiha bi nêzîkatiya xwe ya bi Tehranê re tê naskirin. Ev yek daneyeke temamker bi bîr dixe ku ka di çarçoveya geşedanan de têkîliya di navbera hêzên navborî de di çi astê de ye.

ANF/ATAKAN ARARAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.