Dengbêj Şakiro wergerandin Soranî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Gulan 2023 - 03:39

Li parêzgeha Silêmaniyê ji bo nasandina pirtûka “Dengbêj Şakiro” bi amadebûna hunermend û kesayetan merasîmek hate lidarxistin. Rêjen Hesen kitêba “Dengbêj Şakiro” ji Kurmancî wergerandiye Soranî. 

Ji bo nasandina Soraniya pirtûka “Dengbêj Şakiro” li hola Xak a Silêmaniyê bi amadebûna hunermend û kesayetan merasîmek hate lidarxistin. Pirtûka ji aliyê Omer Guneş û Îbrahîm Şehîn ve bi zaravayê Kurmanciya jorî hatiye nivîsîn. Her wiha ji aliyê nivîskar Rêjen Hesen ve bi zaravayê Soranî hatiye wergerkirin ku li gel encamên lêkolîneke li ser dengbêjî û formên wê, di dîroka stran û muzîka Kurdî de cihê dengbêjiyê, li ser jiyana dengbêj Şakiro ye.

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir û nivîskar Rêjen Hesen axivîn.

Rêjen Hesen derbarê xebata xwe de got, “Ev pirtûk wê ji bo wan kesên ku dixwazin derbarê dengbêjî û mûzîkê de lêkolînê bikin, bibe çavkaniyeke gelekî baş. Ji bo naskirina bûyerên dîrokî yên ku dengbêj Şakiro di stranên xwe de behsa wan kiriye jî rêyeke baş e. Armanca wergerandina pirtûkê ew e ku muzîkjen û hunermendên Başûr bi dengbêjên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bidin nasîn.”

Piştî merasîmê, pirtûka “Dengbêj Şakiro” li beşdarvanên merasîmê hate belavkirin.

Dengbêj Şakiro sala 1931’ê li Agiriyê ji dayik bûye. Bi ciwanî dest bi dengbêjiyê kiriye. Ji bo bibe dengbêjek baş, li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê geriyaye û bûyerên dîrokî yên Kurdî kirine kilam. Dengbêj Şakiro, sala 1996’an di 65 saliya xwe de koça dawî kiriye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.