Deng zêde bikin, em tecrîdê bişkînin

Çarşem 29 Gulan 2024 - 00:48

Girtî Mukaddes Kabak diyar kir ku ji bo ew tecrîdê qebûl nakin û şermezar bikin dadgehan, hevdîtinên telefon û malbatan boykot dikin, ev titş ji bo malbatan zor e û got,’’ Lê Rêber Apo bi salan e wisa tê hiştin. Bi vê çalakiyê em heta dawiyê li gel serokê xwe ne û em tecrîda li ser serokê xwe tu car qebûl nakin. Em dixwazin mafên Serok Apo yên herî rewa werin dayîn.”

Girtiyan ji bo 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtî niha li girtîgehan çalakiya xwe ya boykotkirina derketina dadgehan, hevdîtina malbatan û telefonan pêk tînin. 

Yek ji van girtiyên ku di çalakiyê de jî Mukaddes Kabak a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne ye. Kabak der barê çalakiya ku pêk tînin nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand.

 Em xwe cuda nabînin 

Kabak di nameya xwe de bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan têkilî armanca çalakiya girtiyan got,’’Armanca me ew e ku vê tecrîdê bişkînin û nîşan bidin ku tecrîda li ser Rêber Apo ji bo gelê Kurd û hemû girtiyên siyasî jî derbasdar e. Ji ber ku Rêber Apo fikrên xwe ji bo hemû gelên bindest par ve dike. Rêberek ku hemû cîhanê qebûl kiriye ne gengaz e ku di bin şert û mercên wisa de tê hiştin. Em jî îro ji bo ji serokê xwe hin zêde fêm bikin û şert û mercên ku bi salane Rêber Apo tê de dijî, li hemberî wan hêzek mezin nîşan dide. Em nikarin xwe cuda bibînin. Ji ber ku Rêber Apo pêşengê me ye. Nêzîkatiyên li hember serokê xwe (weke tecrîdê) em nikarin qebûl bikin. Ji ber vê yekê em jî îro bi pêngaveke nû ketin nav çalakiyê. ‘’

Rêber Apo bi salan e wiha dijî

Kabak bi domdarî got,’’Di şert û mercên Rêber Apo de jiyan  wiha ye: Em dernakevin hevdîtina malbatan, vekîlan û telefonan venakin. Ji bo malbatan dibe ku zehmet be, lê weke tê zanîn ku Rêber Apo bi salan e wisa tê hiştin. Bi vê çalakiyê em heta dawiyê li gel serokê xwe ne û em tecrîda li ser serokê xwe tu car qebûl nakin. Em dixwazin mafên Serok Apo yên herî rewa werin dayîn.”    

Em xwedî şans in 

Kabak bi domdarî anî zimên ku ew dixwazin hemû gel bibin yek û got,’’Îro jî tişta ku em ji gelê Kurd, gelên cîhanê, rewşenbîran dixwazin xwedî derketina Girava Îmraliyê ye. Gelek caran ji welatên cuda û akademîsyen, rewşenbîr derheqê Rêber Apo de peyaman parve dikin û çalakiyan derdixînin. Ev jî bandorekê dike û nîşan dide ku Rêber Apo di nava gelên cuda de weke pêşeng tê pejirandin. Em dixwazin di vê pêngavê de jî hemû gel bibin yek. Em bi serokeke wisa re encax dikarin hebûna xwe di vê pergalê de bidomînin. Ji ber vê jî weke gel şansê me mezin e.’’

Deng zêde be encam nêz e

Kabak herî dawî bang kir û got,’’Bila gel û malbatên me bibin yek û daxwazên çalakiya me li derve bînin ser ziman û bibin dengê vê pêngavê. Ji ber ku çiqas ji der ve deng bê derxistin, em ê ewqas zû bigihijin encamekê û hêz bigirin.’’

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.