‘Dema wêne çêdikim trawmayê hîs nakim’

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Gulan 2022 - 22:06

  • Mustafa Azimitabar ji ber zextên Îranê reviya, di pêşbirka wêneyan a herî navdar a Awustralyayê de bû fînalîst. Azimitabar da zanîn ku dema bihîst bûye fînalîst, gelekî şa bûye.

Mustafa Azimitabar (Mistefa Ezîmîteber) ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li kampeke penaberan a li Awustralyayê 8 salan hate hiştin, bi otoportreya xwe ya ku bi firçeya diranan çêkir, di pêşbirka xelatan a herî navdar a vî welatî ya bi navê Archibal de bû fînalîst.

Mustafa Azimitabar ji ber zextên Îranê reviya, di pêşbirka wêneyan a herî navdar a Awustralyayê de bû fînalîst. Azimitabar da zanîn ku dema bihîst bûye fînalîst, gelekî şa bûye.

Azimitabar sala 2014'an dema ku li kampa penaberan a Awustralyayê ya li Girava Manûs a Papûa Gîneya Nû tê bicihkirin, bi firçeya diranan dest bi çêkirina wêneyan dike. Li gorî gotinên Azimitabar, gardiyanan boyax nedaye wî bi hinceta ku dikare daqurtîne û zerarê bide xwe. Li ser vê yekê, bala Azimitabar diçe ser qehwe û firçeyeke diranan. Penaberê Kurd dibêje, "Ez nizanim bê çi bû... Kêliyeke gelekî taybet bû. Min rahişt firçeya diranan, xist nava qehweyê û li ser kaxizê gerand" û ew kêlî weke "serketinê" pênase kir.

Azimitabar koda 'KNS088' ku 8 salan lê hatibû kirin, kir navê otoportreya xwe. Penaberê Kurd diyar kir ku bi rêya vî karî, wî xwestiye 'êş û hêza' jiyana penaberiyê raxe pêş çavan. Azimitabar got, "Huner û wêne kir ku xurt bimînim û dewam bikim. Ji ber ku dema wêne çêdikim êdî trawmayê hîs nakim."

Penaberê Kurd di 21'ê Çileyê 2021'ê de bêyî îzahek jê re bê kirin, hate berdan û li Awustralyayê hewl dide jiyana xwe ji nû ve ava bike.

Azimitabar diyar dike ku ji bo rêxistineke mirovî weke dilxwaz dixebite.

Serketiyê Xelata Archibald ku wê 100 hezar dolarê Awustralyayê (68 hezar Euro) bistîne wê 13'ê Gulanê bê eşkerekirin.

ANF/MELBOOURNE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.