Dema çinîna Firîkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Gulan 2023 - 15:29

RÊNAS REMO / ANHA / QAMIŞLO

Firîk ku piştre dibe xwarin jî, ji genimê hîna şîn ê neseridî, çêdibe. Dema ku simbil kesk dibe û beriya ku hişk bibe, tê qelandin û libên wê wekî libên savarê dimînin.
Li gorî Rêxistina “Slow Food” a têkildarî belgekirina xwarinên xwecih ên gelan "Dîroka kişifkirina firîkê vedigere beriya zayînê 2300’î. Dema ku xelkê gundekî nêzî Deryaya Spî û zeviyên genim şewitandin da ku xwe ji êrişkaran biparêzin. Piştre xelkê gund simbilên genim ên şewitandî hêrandin û dîtin ku ji ber şewatê geş bûye. Bi vê yekê hilberandina firîkê kişif bû.

Li gelek welatên Rojhilata Navîn, bakurê Efrîkayê, bi taybetî Sûrî, Misr û Lubnanê xwarina firîkê berbelav e û bi rengên cuda tê çêkirin. Hinek li ber goşt datînin, hinek li sebze û hinek wekî şorbeyê dikelînin û datînin ser sifreyê.

Gelek vîtamîn tê de hene

Cotkar simbilên genim ên kesk û terr diçînin û rojekê li ber germahiyê datînin, piştre bi qefilan bi agir dişewitînin û piştre dihêrin û libên wê li ber tavikê zuha dikin. Piştre di odeyeke tarî de tê depokirin da ku rengê xwe yê kesk û tama xwe biparêze, paşê kapekê jê digirin.
Firîk xwarineke bi sihet e, tê de vîtamîna B6, kalsiyûm, hesin, zinc, magnezyûm, fosfor, sifr û madeyên antîoksîdan hene.

Firîk xwarineke hêja ye

Mîna gelek malbatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emel Mihemed Hisên a ji Tirbespiyê jî bi hevkariya hevjînê xwe Silêman Ebod firîkê ji bo zivistanê depo dike. Emel Hisên diyar kir ku wan ev xwarin ji pêşiyên xwe wergirtiye û got, hinek malbat ji bo debara xwe firîkê amade dikin û difiroşin.
Ehmed Hisên da zanîn ku amadekirina firîkê karekî ne hêsan e, ji ber ku li ber tavê û agir tê hazirkirin û got, "Lê di her warî de xwarineke bêkêmasî ye. Ji ber vê yekê hêja ye ku mirov ji bo çêkirina wê kedê bide."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.