Dê û Dêmarî ya Egîdê Xudo

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 10 Çile 2021 - 23:34

Dê û Dêmarî ya Egîdê Xudo ya sala 1986´an çapbûyî sala 1995´an bi tîpguhêziya ji Kîrîlî ya Nacî Kutlay sala 1995´an bi çapa Nûdemê gihişt ber destê xwînerên Kurmanciya bi tîpên latînî. Kesê bixwaze dikare vê çapê li ser înternetê peyda bike. Sala 2016´an Weşanên Nûbiharê ew ji nû ve çap kir.

Di vê romanê de Egîdê Xudo behsa gundekî Kurdan ê li Ermenistanê dike di dema Şerê Cîhanê yê Duyem û pêvajoya piştî şerî de. Mirov dikare bi hêsanî bipirse, çima Egîdê Xudo piştî şerî bi 40 salan roman wisa daye weşandin. Ji bo vê jî gava mirov berê xwe bidiyê, mirov pê dihese ku mesele ne şert û mercên Şerê Cîhanê ne, lê mesele daketina bi adetên civaka Êzîdî ya li gundên Kurdan ên Ermenistanê ye. 

Belê behseke li ser şer heye ku şerî û serketina beramberî faşîzma Elman pîroz dike, berdêlên dayî ji bo yên mayî jî rewa dike. 

Ez ê bi ti rexneyên li ser romanê danekevim. Ez ê bi pirsgirêkên tîpguhêzî û redaksiyonê jî danekevim. Meseleya min jî jixwe ne ew e. Lê ez ê xwe li fêmkirina sedemên nivîsandina romanê biceribînim. Ji ber wê jî divê berê xwe bidimê ka çima weke zemanê destpêkirina Şerê Cîhanê hatiye tercihkirin. 
Mesele ew e ku dayikeke ne Kurd û ne Êzîdî, wê kurê xwe yê pitik, li gundekî Kurd û Êzîdî bihêle û biçe. Şert û mercên vê jî weke zeman zivistaneke dijwar a dema Şerê Cîhanê yê Duyem hatiye diyarkirin. Lê dîsa jî têra xwe maqûl nîne. Pirsa çima jineke Rûs zivistaneke dijwar bi pitika xwe re berê xwe dide gundekî Ermenistanê yê Kurdan, wê di temamê romanê de bêbersiv bimîne. Lê dîsa jî dema şerî maqûltir bûye ji bo ku ev bûyer biqewime. Em dikarin wisa qebûl bikin ku nivîskar ji bo ku karibe hinekî serpêhatiyên di romanê de maqûl bike, ew zeman tercîh kiriye.

Di nava romanê de ji destpêkê heta dawiyê tesîra adetên Kurmanciyê, hem li ser civakê û hem jî li ser karakteran yek bi yek heger behsa wan bê kirin, diyar dibe. 

Karê jineke ciwan a bi dergistî, li mala sêwiyan a li gund kar dike, û ev pitika hanê di stûyê wê de dimîne. Dergistiyê wê di şer de dimire, ew bi tena serê xwe ye, lê axir şû bike jî, mêrê wê di encama qezayekê de dimire. Navê kurikê di stûyê wê de mayî Saşa ye. Nivîskar mesela eslî li dor Saşa dihûne. Lewma Saşa weke kurê Karê mezin bibe jî, taliya talî, ew ne Êzîdî ye. 

Ev meseleya "adetên miletiyê" ji serê romanê heta binê wê, her bi rengekî heye. Gava dergistiyê Karê dimire, gava zarokek di stûyê wê de dimîne, gava Karê şû dike, tim û tim nivîskar meseleya "adetên miletiyê" tîne ber xwendevên. Yanî em dikarin bibêjin, sedema nivîsandinê ya eslî ev adetên miletiyê ne. Lê ne ku nivîskar ji wan nexweş e. Berevajî, nivîskar pirr bi dîqet gava karakterên wî ji wan adetên miletiyê aciz jî bin, bi rengekî bi wan dide gotin ku adetên wan ên miletiyê bi pirranî çê ne, bi kêra civakê tên.  

Karaktera yekser rexneyan li adetên miletiyê digire, Sîsê ye. Keça dil ketiye Saşa (bi navê xwe yê Kurmancî Îsko). Herdu dixwazin bizewicin lê dêûbavê Sîsê ji tirsa adetên miletiyê newêrin zewacê erê bikin. Li vir û li wir li fitûyan digerin. Xwendeyên ji derve, yanî karker û rêveberên mala sêwiyan û mamosteyên dibistanê, hinekî tesîrê li wan dikin. Rûspiyên gund jî hinek dixwazin dêûbavê Sîsê qaneh bikin. Lê ew li xebera şêxê xwe dinihêrin. Ji ber hazirnebûna wî ya di civanekî de, ew newêrin, zewacê erê bikin. Lê taliya talî bi erêkirina şêxî re, ew jî zewacê erê dikin. 

Di vir de em dibînin ku karakterên nivîskar eşkere sînorekî ji xwe re datînin di meseleya guhertina hin adetan. Ew sînor jî ew e ku karakterên erêkerê zewacê hemû jî îşaret bi wê yekê dikin ku Saşa di nava wan de, bi adetên wan weke yekî ji wan mezin bûye, ji ber wê jî li ber zewaca wî divê asteng nebe. Yanî rexneyeke hişk li adetan nîne, tenê fitûyek ji rewşeke taybet re heye.

Bi ya min dê û dêmarî di romanê de tenê li kêleka vê meseleya eslî maye. Hevdîtina dayika "helal" û Saşa di dawiyê de weke xemla dawiyeke xweş hatiye bicihkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.