Nouri ji starên muzîka Popê ye li Zelanda Nû. Ew ji Başûrê Kurdistanê ye, lê belê piştî Enfalê, malbata wê li Sûrî dibe penaber û ew li kampeke penaberan tê dinê. Piştî bi çend salan, Zelanda Nû statuya penaberan dide wê û malbata wê. Li wir ew dest bi muzîkê dike û niha yek ji starên popê ye li Zelanda Nû. Piştî wê, ew li welatên Ereban ên weke Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, Iraq û Omanê jî bû star.
Bi strana xwe ya bi navê Where Do We Go From Here dibêje, "Firiya. Li Rojhilata Navîn teqiya, piştre jî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê."
Vivian Nouri yan jî bi navê xwe yê hunerî Nouri ji Kurdî ne qut e; ew têkiliya xwe ya bi Kurdî re wiha rave dike: "Dayika min bi Ingilîzî bi me re napeyive, tenê bi Kurdî. Ziman li cem me hemûyan parastî ye. Ez xwe agahdar dikim ji Kurdistanê, gelek ji malbatê hîna li wir in. Ez gelekî dixwazim herim Kurdistanê."
NAVENDA NÛÇEYAN