Darên sed salî dibirrin
Pêncşem 24 Tebax 2023 - 00:12
Li Rojhilatê Kurdistanê, pêkhateyên 'mafyayê' yên ku darên berû li herêmên daristanî dibirrin, gelekî zêde bûne. Berûyên bi sedsalî ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî deverên din ên Îranê dikin. Tê îdîakirin ku piraniya van kesên ku daran dibirrin girêdayî hêzên rejîma Îranê ne û ji aliyê van hêsan tên parastin. Çalakvanek jîngehparêz ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, têkildarî birrîna daran axivî.
Xiyanetê li axa xwe dikin
Çalakvana jîngehparêzî diyar kir ku birîna daran gihiştiye asteke krîtîk û wiha got: “Niha wêrankirina jîngehê derbasî qonaxeke nû bûye. Ji bo pereyekî zêdetir bi dest bixin, hinek darên gûzê yên sedsalî dibirrin û dibin bajarên mezin ên Îranê û li wir daran bi erzanî difiroşin. Xiyanetê li axa ku lê dijîn, hawîrdora xwe dikin."
Hêzên rejîmê piştgiriyê didin
Çalakvana jîngehparêzî anî ziman ku saziyên dewletê destekê didin kesên daran dibirrin û got;“Hikûmet mafyayên ku daran dibirre ceza nake. Heta dezgehên hikmî û leşkerî yên wek Pasdaran jî piştgiriya wan dikin. Li bajarên wekî Serdeşt, Bane, Merîwanê dema dar tên birrîn, ji bo ku derbasî bajarên din bibin, neçar in ji xalên kontrolê re derbas bibin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, ev sazî bertîlê ji mafyaya daran digirin.”
Divê xelk agahdar be
Çalakvana jîngehparêzî di dewama axaftina xwe de wiha got; “Gelek xelk texmîn dikin ku şewat sedema sereke ya birrîna daristanan e. Lê belê, rastî ev e; Piraniya herêmên ku ji ber şewatê zirar dîtine, dikarin ji nû ve werin avakirin. Lê dema dar tên birrîn an jî daristan dibin erdê çandiniyê, ne pêkan e ku vegere rewşa xwe ya eslî. Ji ber wê jî pêwîst e di vî warî de zanyariyên zêdetir bên dayîn da ku xelkê me vê meselê fam bikin û em bikarin rê li ber zirarên zêdetir bigirin.”
Wêran bi pîlan e
Çalakvana jîngehparêzî îşaret bi wêrankirina xwezaya Rojhilatê Kurdistanê û navçeyên din ên Îranê jî kir û got:“Rewşa Rojhilatê Kurdistanê ji deverên din xerabtir e. Heger li herêmên din bê paşguhkirin, dibe ji ber wê yekê be ku pirsgirêkên jîngehparêzî girîng nabînin, lê wêrankirina jîngehê li Kurdistanê bi zanebûn û bi pîlan tê kirin. Hêzên leşkerî, bi taybetî Pasdar, bi awayekî eşkere daristanan metirsîdar dibînin û bi awayên cuda wan dikin armanc.”
NÛJINHA/NESSIM MOHAMMEDZADE