Em bi ser ketin
Çarşem 7 Gulan 2025 - 03:20
Îro giyanên bi dehan şehîdan rihet e, îro Talaya bê dayik û bav weke firatê bejna xwe dirêj bûye. Îro roja serkeftinê ye û têkçûna dagirkeriyê ye.
Li ser rêya bendava Tişrînê ji 8'ê Çileyê û vir ve berxwedaniyeke bê hempa destpê kirî. Mînaka vê berxwedaniyê li tu deverê cîhanê nehatiye dîtin û kirin. Gelên li herêmê yên xwedî îradeyek ji polayê ne berxwedaneke bi vî rengî hilbijartin.
Li vî alî top tên avêtin, li wî alî balafira bêmirov û li aliyê din jî balafirên şer her derê topebaran dike. Ev yek bi xwe ev hovîtî ye û tirsa ji îradeya gel a ji polayê ye. Li ser wê rêyê, balafiran hemû rê topbaran dikirin, rê bi qasî geliyekî kûr bûye. Dixwazin pêşî li gel bigirin. Lê nizanin ku ev rihê xwişk-biratiya gelan e wê teqez faşîzim û çeteyê wê têk bibin.
Jin, zarok, kalemêr û heta bi ciwanan bêy teredûd bi hezaran bûn nobedarê bendavê. Ji zarokên yek salî û heta bi extiyarên 90 salî, ew li wir bûn… Li cihê xwe bûn, li ser axa xwe bûn û li welatê xwe bûn… Wan soz daye şehîdên xwe.
Li ser rêyê êrîş bênavber didomin. Li aliyekî birîndar û aliyê din şehîd… Li aliyekî din jî dayikên bejna xwe weke çiyayan bilind tilîlî dikin û dibêjin 'Em ji mirinê mezintir in'. Belê mirin çiye li hemberî vê berxwedaniyê? Mirin tune, bi tenê berxwedanî heye… Ew berxwedanî jî mirovan teqez digihîne serkeftinê.
8'ê Çileyê dîrokek e, îro jî dîrokek e. 5'ê Gulanê dîroka serkeftinê ye. Serkeftina heta hetayê ye û têkçûn a dagirkeriyê ye. Dagirkerî têk çû, dayikên bejinçiya bi ser ketin. Em ji Egîdan, Naziman û Cîhanan heta bi talayan re em bi ser ketin.
EM BI SER KET IN…
ANF/CÛDÎ ÎBRAHÎM/KOBANÊ