Iraqê çima ambargo daniye?

Çarşem 7 Gulan 2025 - 03:30

Derbarê sedema dorpêç û ambargoya vê dawiyê ya Iraqê, ji bo çi nasnameyên xelkê wargehê nayên nûkirin, ji bo çi karker tên vegerandin û ji bo çi Iraq rê nade kel û pelên avahîsaziyê bikevin nava wargehê de, Hevberdevkê Komîteya Têkiliyan Derve ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Emîn agahî dan. Bêwar Emîn ewil behsa sedema nû nekirina nasnameyên xelkê wargehê kir û got:“Hikumeta Iraqê li ser nasnameyan dibêje qertên nasname çêkirinê di destê me de kêm in. Dibêjin berê Neteweyên Yekbûyî alîkariya dewletê dikir, lê niha NY karûbarên xwe yên ji bo penaberan daye rawestandin. Li gorî Iraqê hemû xerca tenduristî, nasname û binesaziyê ji aliyê NY dihat dayîn, lê niha NY ev xerc yan jî pere nade, lewma Iraq ne amadeye van pirsgirêkan çareser bike. Ji ber wê jî her diçe ev pirsgirêk kur dibe û çareser nabin. Pirsgirêka perwede tenduristi û şaredariyê jî hemû bi vê ve didin girêdan.”

Rê nadin torbeyeke çîmento

Bêwar Emîn derbarê nehiştina kel û pelan ya ji bo nava wargehê de jî got:“Iraq dibêje divê projeyên di nava wargehê de bên çêkirin ji me re bên gotin û bi destûra me be. Lê welatiyek bixwaze xaniyek jî ji xwe re çêbike, astengiyan çêdikin, nahêlin kel û pel weke torbeyek çîmento jî ji bo malek were. Mesele ne proje ne. Rewşa karkeran jî bi ne nûkirina nasnameyan ve girêdidin. Li Iraqê gelek hêzên cûda hene, gelek kes keyfî nêz dibin, lewma ev pirsgirêk derdikeve. Di rêyan de ji ber vê jî karker tên girtin û vegerandin. Yanî Iraq bi xwe nasnameyan nû nake, lewma pirsgirêk ji bo karkeran jî derdixe.” Li ser şandeya dawî ya Iraqê ku serdana Mexmûrê jî kiribû, Bêwar Emîn got:“Di hevdîtinan de dibêjin emê hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin, lê pir dereng dikeve. Rewşa karkeran berçavan nayên girtin, karker ji ber ku nikarin biçin ser karên xwe ji karên xwe dibin. Eger pirsgirêk zû neyên çareserkirin, wê xelkê Mexmûrê helwesta xwe ya demokratîk raber bike.”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.