Danezana Destûrî ya nû
Çarşem 26 Adar 2025 - 03:05
Danezana Destûrî ya ku vê dawiyê li Şamê hat ragihandin, cudahiya wê ji destûrên Partiya Basa'ê nîn e, di warê çespandina desthilatdariya yek partî, yek reng, yek netewe û yek olî de. Lê ya rast ku Danezana Destûrî bi çend gavan destûra Baas'ê derbas kiriye.
Bi rûxandina rejîma Baas'ê ya li Sûriyeyê, hêviyên sûriyeyiyan ji bo guhertina demokratîk geş bûn ku dawî li stemkarî, paşverûtî û desthilatdariya yekpartî, yek mezheb û yek neteweyî bîne.
Lê belê desthilata nû li Şamê, bi serokatiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) heta niha tu helwesteke rasteqîn nîşan nedaye ku hêviyên sûriyeyiyan pêk bîne, ev yek di gelek kiryaran de xuya dike, nemaze lidarxistina diyalogeke nîştimanî ku gelek pêkhateyên Sûriyeyê yên siyasî û civakî li derve hiştine. Her wiha Danezaneke Destûrî derxist ku li gorî pir derdoran ew berdewama destûrên Partiya Baas'ê ne, ya bi dehan salan desthilatdariya otorîter bi cih kiribû, hin derdor jî di wê baweriyê de ne ku ew ji destûrên Baas'ê xirabtir e.
Destûra dawîn ya Sûriyeyê di 27’ê Sibata 2012’an de hat derxistin, ew destûra pêncemîn a Sûriyeyê bû, lê piştî rûxandina rêjîma Baas'ê di 29’ê Çileya 2025’an de bikaranîna wê bi fermî hat rawestandin.
Danezana Destûrî ya nû di çend bendên xwe de wek naveroka destûra 2012'an e, wek mînak destnîşan dike ku ola serokkomar îslam e û fiqha îslamî çavkaniya bingehîn a zagonan e ku olên din paşguh dike û nahêle ku welatiyên wan bibin serok, ev jî berovajî karakterên olî û mezhebî yên Sûriyeyê ye.
Hem Destûra sala 2012'an û hem jî Danezana Destûrî ya nû, erebî wek zimanê fermî yê welat destnîşan dike ku cihêkariyê li dijî komên etnîk û civakên din xurt dike û wan ji mafê jiyana wekî welatiyên li welatê xwe bê par dike.
Ev naverok her wiha hêzê dide desthilatdaran ku eger pêkhateyek bixwaze zimanê xwe li saziyên giştî û saziyên perwerdeyê bi kar bîne, biçewisîne.
Danezana Destûrî ya nû desthilatên berfireh dide serokkomar, di madeya 32’yan de diyar dike ku ew fermandarê herî bilind ê artêşê û hêzên çekdar e, bêyî ku mekanîzmayên lêpirsînê diyar bike, ev jî rê li ber destpotiyeke bêsînor vedike, ji ber ku biryara leşkerî û siyasî di destê kesekî de ye.
Eger em Danezana Destûrî ya nû bidin ber destûra Partiya Baas'ê ya sala 2012’an, diyar dibe ku tu guhertineke erênî pêk neaniye, lê belê hîn bêhtir hêz di destên serok de kom kiriye, siyaseta dûrxistina pêkhateyên Sûriyeyê yên ne Ereb û ne misilman kûr kiriye û her her wiha demokrasî û piralîbûn bi tevahî paşguh kiriye. Ev geşedan nîşan dide ku Sûriyeyê ber bi rejîmeke ji ya Baas'ê zêdetir destpot ve diçe.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN