Gotin û kirin ji hev dûr in
Pêncşem 27 Sibat 2025 - 03:35
Rêveberiya Ehmed Şara li Şamê “Kongreya Diyaloga Niştimanî” li dar xist. Rêveberiya Xweser ji bo kongreyê nehate vexwendin. Her wiha Durzî û gelek derdorên cuda jî ji bo kongreyê nehatin vexwendin. Rêveberiya Xweser, diyar kir ku kongreya hatiye kirin nûnertiya gelên Sûriyeyê nake û got:“Em ê nebin parçeyeke encamên wê.” Endamê Dîwana Serokatiya PYD’ê Salih Muslim têkildarî geşedanên li Sûriyeyê axivî.
Rêveberiya Xweser ranagirin
Salih Muslim, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke ku hemû gel û bawerî tê de tên temsîlkirin hatiye avakirin û got:“Ev pergala me bi xweşiya gelek netewe dewletan neçû. Rejîma Baasê li dijî vê sekinî. Hebûna Kurdan qebûl nekirin. Rejîm hilweşiya û rejîmeke nû hat. Bermahiyên komên weke El Nusra û DAIŞ’ê ku di demên berê de li dijî me şer kirine û komên girêdayî Tirkiyeyê li cihên dagirkerî kom bûbûn. Wan, dest danîn ser rêveberiya Şamê. Van koman hinek soz dane dewletên navneteweyî û îdia kirine ku wê demokratîk bibin. Tehemûla tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin nakin. Hinek komên ku navê SMO’yê lê hatine kirin, êrişî herêmên Rêveberiya Xweser kirin. Tirkiye di nava van pevçûnan de ye. Êrişên ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomin. Hewl didin derbasî aliyê rojhilatê Firatê bibin. Ev yek ji bo Kobanê xetere ye.”
Hincetan derdixin
Salih Muslim anî ziman ku ji bo “Kongreya Diyaloga Niştimanî” ya li Şamê nehatine vexwendin û got:“HTŞ’ê bangî kes û komên têkiliyên wan pê re hene vexwend. Nûnerên partiyên siyasî yên nûnertiya gel dikin nehatin vexwendin. Dibêjin ‘em bangî siyasiyan nakin’ lê wisa nîne, ev hincet e. QSD avadaniyeke leşkerî ye lê li vir gelek sazî û dezgeh hene. Heke tu Rêveberiya Xweser bi temamî li derve bihêlî, tu tiştekî rast nakî. Dibe ku hesasiyeteke te li dijî Kurdan hebe lê çima Ereb û Suryanên li vir nehatine vexwendin? Dibêjin ‘pêvajoya diyalogê ya herkesî digire navxwe’ lê ev gotin ji pratîkê dûr e.”
Em li pişt Suweydayê ne
Di berdewamê de Salih Muslim bal kişand ser têkiliyên wan ên bi Meclisa Leşkerî ya Suweydayê re û wiha got: “Demokratîkbûn, xwe bi xwe birêve birin, meseleya zîhniyetê ye. Divê mirov ji demokrasiya radîkal bibawer be. Her cihê me xwe gihandiyê me karî vê zîhniyetê biguherînin. Gelan karîn bi hev re bijîn. Her kes bi ziman û baweriya xwe di nava Rêveberiya Xweser de dijî. Vê zîhniyetê bandor li derdorên cuda jî kir. Di serî de jî li Suweydayê. Ji sala 2012’an heta niha têkiliyên me bi hev re hene. Xuyaye ku bibandor bûne. Niha her kes dibêje ku rêveberiya me ji bo tevahiya Sûriyeyê guncav e. Li Suweydayê gel di çarçoveya xweparastinê de hate gel hev. Ev, mafê wan e. Hem Elewî hem jî derdorên cuda jî dê ji vê guherîna zîhniyetê bibandor bibin. Em piştgiriyê didin Suweydayê.”
Çav û guhê me li Ocalan e
Salih Muslim, anî ziman ku peyama tê payin Rêber Abdullah Ocalan bide wê bandorê li geşedanên li herêmê bike û got:“Birêz Ocalan wê ji bo başiya gelan bangekî bike. Hêvîdarim ku piştî vê bangê mudaxileya Tirkiyeyê ya ji bo karên navxweyî yên Sûriyeyê kêm bibin. Bi vê bangê re wê li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê bike. Çav û guhê gelan li banga birêz Ocalan e. Me heta niha çi kiribe, di çarçoveya paradîgmaya birêz Ocalan de kir û me encam bi dest xist. Em ê ji vir û şûnde jî vê bidomînin.”
MA/EMRULLAH ACAR