Danezana Destûrî nayê pejirandin

În 21 Adar 2025 - 02:55

Siyasetmedar Naîma Hesen destnîşan kir ku Danezana Destûrî ya nû, rê vedike ku welat vegere xala destpêkê û got:"Danezana Destûrî bi temamî berovajî prensîbên welatîbûnê ye."

Rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Naîma Hesen têkildarî "Danezana Destûrî" ya desthilata Şamê ku ne li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê ye, bi taybet ne li gorî têkoşîna jinan e, axivî.

Naîma Hesen got: "Danezana Destûrî ya nû, rê vedike ku welat vegere xala destpêkê. Danezana Destûrî bi temamî berovajî prensîbên welatîbûnê ye, cihêkariyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de li ser bingeha etnîkî û olî pêk tîne û derfeta avakirina Sûriyeyeke bêedalet zêde dike.”

Naîma Hesen diyar kir ku jinên Sûriyeyê di wê hêviyê de bû ku "hikumeta demkî" bibe xwediyê rêgezeke nû ya demokratîk, lê destûra ku hatiye ragihandin ev hêvî şikandin, ji ber ku hemû pêkhateyên civakê li derve hiştin, nekarî mafên Kurdan pêk bîne û jin bi tevahî li derve hiştine.

Naîma Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li jinên Sûriyeyê û civaka sivîl kir ku ji bo destûreke demokratîk ku hemû pêkhateyan di nava xwe de bihewîne, dadmendî û wekheviyê misoger bike û mafên jinan ên siyasî, çandî û civakî biparêze, têbikoşin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.