Hêviyên gelê Sûriyeyê têk birin
Pêncşem 27 Sibat 2025 - 03:20
Qaşo "Kongreya diyaloga niştîmanî" dûrî beşdarbûna piranî hêzên demokratîk û siyasî yên li Sûriyeyê, hat lidarxistin.
Çalakvanê siyasî Îbrahîm El Mihemed ê ji kantona Tebqayê der barê kongreyê de wiha axivî:"Kongreyê hêviyên gelê Sûriyeyê yên xelasbûna ji desthilata yek fikrî û yek rengî têk birin. Gelê Sûriyeyê, bi vî rêbazî ku heta piştî hilweşîna rejîma hilweşiyayî jî heye, şoq ma. Ev jî ne layiqî Sûriyeyê û dîroka wê ya zêdetirî 7 hezar sal e ku xwedî pirrengiya olî û neteweyî, ye. Ji sedemên dihêle encamên kongreyê ji bo Sûriyeyiyan neyên qebûlkirin, ew e ku beşek ji pêkhateyên Sûriyeyê hat bidûrxistin û dewletên herêmî û navdewletî dest werda vê kongreyê. Vê yekê jî hişt ku naveroka wê vala bibe û rewşa parçebûna di nava sûriyeyiyan de zêde bibe. Ne pêkan e pêşeroja Sûriyeyê û destûra wê tenê bi 2 civînan û bi dûrxistina beşek mezin ji gelê Sûriyeyê were avakirin. Ji ber ku pêdiviya rûniştinên destûrê bi demeke dirêj û pirrengiya taîfe, etnîk û irqan heye û pêdiviya xwe bi pisporên qanûn û destûran heye."
El Mihemed diyar kir ku bidûrxistina siyasî, hişmendiya yek partî, yek rêbaz û yeke neteweyî ji sedemên sereke yên destpêkirina aloziya Sûriyeyê bûn û lidarxistina kongreyê bi vî rêbazî tu encamên wê jî ji hêla gelê Sûriyeyê û pêkhateyên li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê ve nayên qebûlkirin û got:"Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve banga azadî û pirrengiya siyasî dihat kirin. Lê piştî hilweşîna rejîma berê siyasetên dûrxistinê dewam dikin. Ev dûrxistin me vedigerîne rejîma çewsîner a xwedî yek fikrî û yek rengî."
ANHA/TEBQA