Dahola bi tar a Kurdî!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Îlon 2020 - 23:16

Destpêka Îlonê Johny Nicholas, ew dinyadîtiyê muzîka blues, piştî navbereke dirêj albûmeke nû derxist; navê albûmê ‘Mistaken Identity’ ye. Bi vê ew vedigere kokên xwe yên berê yên Louisianayê.
Em ê behsa vê albûmê hinekî bikin, lê balê bikişînin ser tiştekî din jî; bi kar anîna erbane û Benderê di albûman de êdî weke "dahola Kurdî" jî bikin.
Johnny Nicholas zêde di rojnameyên sereke û televîzyonan da dernekeve pêş jî, bêguman ew yek ji hunermendên herî bi têsîr ên "roots (kok)" e.
Ew niha herî zêde bi koma Stephen Bruton ê wefatkirî Resentments re kar dike di vê albûma xwe ya nû Mistaken Identity de jî wî bi wan re kar kiriye. Wî bi xwe li gîtara akustîk, gîtarên elektrîk, piyano, harmonîka û mondoçelo xistiye; Scrappy Jud Newcomb li gîtara akustîk, gîtarên elektrîk, madolînê xistiye, Chris Maresh li bas a elektrîk û basên din daye; herçî John Chipman wî li daholan û dahola Kurdî xistiye. Wekî din qederê 10 muzîkjen weke mêvan di qeydiya albûmê de cihê xwe girtine.
Pirraniya stranan tevî vokalan, zindî li studyoya Joel Savoy ji bo Valcour Records hatiye qeydkirin.
Yên ku hez ji muzîka blues dikin, wê hez ji vê albûmê bikin û wê bibînin, çi reş û çi spî, Johny Nicholas yek ji baştirîn muzîkjenên blues e.
Axir ez vegerim meseleya dinê. Erbane û bender êdî li dinyayê li eslê xwe vedigerin; ew ne deholên Îranî, Tirkî ne, ew êdî "Kurdish frame drum (Dahola bi tar a Kurdî)" in.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.