Dagirkeran dîsa derb xwar

Duşem 18 Îlon 2023 - 16:20

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, derb li helîkoptereke êrişê û 7 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser çalakiyan kite bi kite parvekirin:

 

Şehîd Delîl li Rojavayê Zê (Zapê)
17'ê Îlonê saet di 08:00 û 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.

17'ê Îlonê saet di 14:50, 15:27 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.

17'ê Îlonê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çeperekî dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.

17'ê Îlonê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.

17'ê Îlonê saet di 13:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, ku hewl didan li qadê bi cih bibin. Derb li çeperekê hate xistin.

17'ê Îlonê saet di 16:16'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li qadê bi cih bibin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

 

Li herêma Zê

16'ê Îlonê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

 

Li herêma Metînayê

17'ê Îlonê saet di 20:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werda. Bi çekên nîv otomatîk derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe. Her wiha dest li helîkoptereke tîpa Skorsky jî hate werdan ku dixwest hêzên xwe li qadê deyne. Helîkopter jî bêyî ku karibe hêzên xwe deyne, neçar ma ji qadê biçe.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

17'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi helîkoptereke êrişê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.