Dagirkeran bi çekên giran êriş kir

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 15:27

HPG da zanîn ku di 10 û 11’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û çeperên wê yên berxwedanê yên Sîdayê 12 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

Li herêma Zê (Zapê)

10’ê Gulanê saet 09:30 û 10:30’an de dagirkeran bi obus, tank û çekên giran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dan û hêzên me jî ji bo parastina xwe li dagirkeran dan.

10’ê Gulanê saet 13:45’an de dagirkeran êrişî Qada berxwedanê ya Girê FM kirin û hêzên me jî ji bo parastina xwe li dagirkeran dan.

Di 10’ê Gulanê saet 16.30’an de dagirkeran hewl dan êrişî çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê bikin. Hêzên me li vir derb li kepçeyekê dan.

Di 10 û 11’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 12 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.