SELMAN OSMAN / ROJNEWS / GERMIYAN
Germiyan wek navenda hunerê tê zanîn û bi salane vê hunerê nasnameya Kurdî parastiye û bûye bingehê şoreş û rastiya gel. Hunermend û meqambêj Behmen Kakeyî da zanîn ji bo hunera biyanî cihê hunera Kurdî negire, divê hunera Kurdî were bihêzkirin. Kakeyî got, çand û huner nasnameya netew û bingehê şoreşa ne.
Hunermend û meqambêj Behmen Kakeyî di derbarê giringiya hunerê bi taybetî jî meqambêjiyê ku wek bingehê hunerê tê zanîn de axivî.
Osmanî kakeyiyan çewisandin
Behmen Kakeyî di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku Germiyan wek landika meqambêjî û hunera resene û got: “Çanda Kurdî û meqambêjî li bajaroka Kifrî pêşketiye. Meqamên ku taybetin bi herêma Germiyan bi awayek giştî girêdayî baweriya Yarsanin. 500 sal beriya niha nîva şêniyên bajaroka Kifrî Kakeyî bûn. Lê bi hatina Osmaniyan re Kakeyî hatin çewisandin û ji Kifrî hatin koçberkirin. Lê heta niha jî bermahiyên wan mane, Bawe Şasiwar jî yek ji van mînaka ye.”
Dagirker bi çandê nikarin
Kakeyî da zanîn huner li her cihekî koka xwe avêt bandora wê bi sedan sal li wê derê dimîne û wek nimûne jî got: “Hunerê kariye çand, ziman û wêjeya Kurdî biparêze. Huner û helbestên klasîk bûne sedema parastina zimanê Kurdî. Li her cihekî netewek rûbirûyê dagirkeriyê dibe, dagirker destpêkê hewl dide koka hunerê tine bike. Lê çand û huner ti demê ji ber dagirkeran tine nabe.”
Bila koka hunerên biyanî biqele
Di derbarê dagirkeriya li ser çand û hunera Kurdî jî Behmen Kakeyî got: “Banga min ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistan, Wezareta Rewşenbîrî û hunermendên Kurd ewe ku çalakiyên hunerî li Kurdistanê lidarxin. Da ku dagirkeriya li ser hunera Kurdî nemîne. Ger hunermend û şanogerên Kurd nikaribin film û şanoyên Kurdî bihêz pêşkêş bikin, wê hunera biyanî cihê wê bigre.”
Huner dibe bingeha şoreşan
Li ser pirsa çi peywendiya huner û şoreşê bi heve heye, Behmen Kakeyî got: “Di şoreşan de huner rolek mezin lîstiye. Sirûdên hunermendên wek Heme Ceza û Nasir Rezazî hestên netewî yên bi sedan ciwan bilind kiriye. Şoreşa bê huner mîna dar û bostanek av li ser hatî qutkirine. Ji ber wê huner bingehê hemû şoreşane.”