• Bi piştgiriya Baroya Şirnexê û ji aliyê komek hiqûqnasan ve kovareke nû ya bi navê “Dadistan” hat çapkirin. 

Bi piştgiriya Baroya Şirnexê û ji aliyê komek hiqûqnasan ve kovareke nû ya bi navê “Dadistan” hat çapkirin. 

Kovara “Dadistan” dê çar mehan carekê derkeve. Edîtoriya wê nivîskar Şêxo Filîk dike. Kovara “Dadistan” di hejmara xwe ya yekem de dosyeya “Destpêka Hiqûqê” amade kiriye û di kovarê de gelek gotarên li ser hiqûqê hene. 

Her wiha kovarê di vê hejmarê de li gel Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz jî hevpeyvînek kiriye. Ji xeynî hevpeyvînê nîvîsên derbarê felsefeya hiqûqê û sosyolojiya hiqûqê jî di vê hejmarê de cih digirin.

Nivîskar Murad Dildar, Hisên Çatikkaş, Mustafa Zengin, Brahîm Qijikareş, Veysel Vesek, Mehmet Selîm Sert, Welat Ramînazad û Serdar Ezîz Xoşnavî bi nivîsên xwe beşdarî vê hejmarê bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN