‘Dadgeha wijdan’ behsa qirkirinê Ermenan kir

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Mijdar 2024 - 17:00

  • Li Qamişlo li ser qirkirina Ermenan ya di sedsala 20’emîn de û berxwedana wan şanoyek hat pêşkeşkirin.

Koma Ararat a Ermenî bi hevkariya Meclisa Civakî ya Ermenî li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo şanoya “Dadgeha Wijdanê” pêşkeş kir. Şanoyê 20 deqeyan dirêj kir, tê de 2 jin 8 lîstikvan beşdar bûn.

Şano li ser qirkirin û komkujiyên ku Osmaniyan li dijî Ermenan pêk dianîn bû.

Senaryoya lîstika şanoyê ji çîrokeke rastîn a navdar a ku di sedsala 20ˋan de li Berlînê ya Elmanyayê qewimî ye. Ew çîroka ciwanekî ermenî yê bi navê ˊSûxomonˋ e, ku di 15ˋê Adara 1921ˋê de yek ji berpirsên payebilind ên osmanî û beşdarê qetlîamên li dijî Ermeniyan Talhat Paşa kuştiye. Lê piştî dadgehkirina ciwan di 2-3ˋyê Hezîrana heman salê, beraetkirina wî de navê dadgehê bû dadgehkirina herî bibandor û ji hêla civaka Ermenî ve navê ˋDadgeha wijdanêˋ lê hat kirin.

Di şanoyê de bi dehan şêniyên bajêr, di serî de Ermen, endamên Meclisa Civakî ya Ermenî, rewşenbîr û hunermend beşdar bûn. Di serî de şêwirmendê giştî yê Meclisa Civakî ya Ermenî Îmad Tetaryan li ser êş û zehmetiyên Ermenan di serdema Osmaniyan de axivî. ROJNEWS/QAMIŞLO

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.