Cotkarên Fransî ji ya xwe nayên xwarê

Nûçeyên Cîhan

În 2 Sibat 2024 - 00:58

Cotkarên Fransî ku ji daxuyaniyên hikûmetê bêzar bûne bi rikdarî çalakiya xwe didomînin. Cotkaran ji bo dengê wan bilindtir bibe rêyên li dora Parîsê girtin.

Li gel tawîzên ji Brukselê hatine dayin jî çalakiyên cotkarên li Ewropayê dewam dikin.

Hem li Fransayê hem jî li gelek welatên cîran, ji ber hêrsa cotkaran a li hemberî polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê, Bruksel bêgav ma ku helwesta xwe nerm bike. Ji ber nerazîbûna cotkarên Ewropî, Komîsyona Ewropayê roja Çarşemê neçar ma ku di du mijarên bingehîn de tawîzan bide.

Polîtîkayên tevlîhev ên Ewropayê, dahata kêm, enflasyon, hevrikiya derve ya ji ber berhemên ji Ûkraynayê û buhayê sotemeniyê yê zêde sedemên esasî yên nerazîbûnan e.

Lê belê tawîzên Yekîtiya Ewropayê nekarî hêrsa cotkaran kêm bike. Roja Çarşemê cotkarên Fransî û Belçîkayî bi hev re deriyekî sînor ê navbera herdu welatan girtin û 'xerakirina hevrikiyê' ya peymana bazirganiya serbest şermezar kirin. Bang kirin ku 'bangên hîn xurt' bêne kirin.

Li Fransayê cotkar zexta li ser rêyên bejahî yên li dora Parîsê dewam dikin. Cotkaran êvara Çarşemê xwestin ku bazara Rûngîsê dorpêç bikin û  91 cotkar kirin nezaretê. Piraniya wan jî endamên Konfederasyona Gundiyan bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.