Clînton xwest ku em Ocalan bidin Tirkiyê

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Serokwezîrê berê yê Italyayê Massîmo D’Alema ku dema Rêber Abdulah Ocalan çûyî Italyayê li ser kar bû, derheqê wê pêvajoyê ragihand, Serokê wê demê yê Emerîkayê Bîll Clînton lê geriyaye, xwestiye ku Ocalan teslîmî Tirkiyê bikin lê li gel vê jî wan Ocalan teslîmî Tirkiyê nekirine.

EREM KANSOY / ROMA

Komploya Navnetewî 9’ê Cotmeha 1998’an piştî ku Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê hate derxistin dest pê kir. Ocalan pêşî çû Atînayê, piştre çû Moskowayê û piştî pêvajoya 32 rojên giran ji Moskowayê berê xwe da Romayê û 12’ê Mijdarê balafira ku Ocalan tê de bû xwe li Italyayê danî. 

Hikûmeta bi Serokwezîrtiya Massîmo D’Alema piştî hatina Ocalan biryara girtinê da. D’Alema ragihand ku ew ê Ocalan nedin dewleta Tirk ku cezayê darvekirinê lê heye û ew ê li gorî qanûnên xwe Wî darizînin.

Wan rojan li gel ku derheqê Ocalan biryara girtinê hebû jî saziyên darazê yên Elman bi lezgînî civiyan û gotin doza têkilî Ocalan ‘’ji ber wext derbasbûnê’’ ketiye û ji ber vê ew Ocalan naxwazin, piştre wê bihata fêhmkirin ev helwesta Elmanya yek ji gava bi zanebûn bû ya wê rêya ku ber bi komploya navnetewî ve diçû. Ocalan helwesta D’Alema bi rengê ‘’dirist lê kêm’’ nirxand û ji bo ku mîsogeriya siyasî neda 16’ê Çile ji Balafirxaneya Cîampîno bi balafireke taybet ji Romayê veqetiya.

Massîmo D’Alema ku wî çaxî Serokwezîrê Italyayê bû, derheqê rûdanên beriya niha bi 26 salan ji rojnameya me re axivî.

D’Alema got dema ku Rêber Abdulah Ocalan çûye Italyayê wan lê pirsîne bê ka ew dikarin penaberiya siyasî bidinê yan na, lê ev ne pêkan bûye û got,’’Komîsyonên me hebûn ku serlêdanên penaberiya siyasî vedikolan. Komîsyonê diyar kir ne pêkan e ku mafê penaberiya siyasî bidinê, ji ber ku derheqê Wî, biyara girtinê ya daraza Elmanya hebû, bi sedema cînayetê. Ev biryara welatekî Ewropayê bû ku peymane me ya hevkariyê hebû.’’

D’Alema bi domdarî wiha got: ‘’Ji ber vê, li gel zextên Emerîkayê jî em ber pê nehatin ku Ocalan teslîmî Tirkiyê bikin. Zext zêde bûn! Di cih de Serok Clînton li min geriya û got,’’Divê hûn Ocalan teslîmî Tirkiyê bikin.’’ Me red kir. Bi Tirkiyê re krîza dîplomatîk çêbû. Krîzeke têra xwe giran bû. Li dijî Italyayê xwepêşandan çêbûn, bersivên aborî çêbûn. Li gel vê jî me got,’’Em ê Ocalan teslîm nekin.’’

Elmanya çima Ocalan nexwest?

D’Alema sedema bê ka çima Elmanya daxwaza îadeya betal kiriye ev agahî da:’’Her wiha me nedikarî penaberiya siyasî jî bida Ocalan. Hikûmeta Elman, li gel daxwaza îadekirinê ya Dozgeriya Karlsruhe jî di cih de dev ji daxwaza îadekirinê qeriya. Ez bi Serokwezîr Schroder re axivîm,Wî jî got,’’Na!’’ Got,’’Niyeta me tine ku em dewam bikin. Li Tirkiyê darizandina Ocalan, ji bo hebûna civaka Kurd ku li Elmanyayê civakeke girîng e, dibe ku pirsgirêkan biafirîne.’’

Derketina ji Italyayê

Derheqê derketina Ocalan a ji Romayê Serokwezîrê wê deme yê Italyayê Massîmo D’Alema anî zimên bi Rûsyayê re peyman daniye û got,’’Min bi hikûmeta Rûs û Serokdewletê Efrîkaya Başûr Mbekî re peymanek danî. Li Vîllayê kesekî ku dişibiya Ocalan kete şûna wî û kesî pê dernexist ku ji wir veqetiyaye. Ocalan bi dizîkî veqetiya. Operasyon pir serkeftî hate rêvebirin. Ocalan bi balafireke taybet çû Rûsyayê. Diviya di nav şertên ewle de ji Rûsyayê bigihaşta Efrîkaya Başûr. Dema ku gihaştî Rûsyayê Wî bixwe got,’’Na!, Ji alî hevalên min ên Yewnan ve, xasma jî Karê Wezîrê Karê Derve Pangalos ez vexwendim û ez tercih dikim ku biçime Yewnaniyan, ji ber ku ew ev min bêhtir nêzî gelê min digire.’’ 

Efserê Yewnan îxanet lê kir

D’Alema diyar kir ew bawer nake ku ji aliyê Tirkan ve Ocalan hatibe girtin û wiha got,’’Ji alî serwîsa îstîxbaratê ya Wezareta Derve ya Yewnan ve hate parastin û kirin mêvan. Piştre jî min ev rewş hemû bi axaftina li gel Serokwerîzê Yewnan re ji nû ve ava kir. Min nizanîbû ku ew li kû ye. Ji ber ku, çawa ku serbest ma, me şopa wî winda kir. Wezareta Karê Derve ya Yewnan Ew kire mêvanê hin sefaretên Yewnan. Û efserekî îstîxbaratê yê Yewnan îxanet lê kir. Jê re gotin ew dikarin li Hollandayê penaberiya siyasî bistînin, ku ev ne rast bû, şaş bû! Ber bi balafirxaneyê ve çû û hate girtin. Ez bawer nakim ku ji alî Tirkan ve hatibe girtin. Ji alî hine din ve hate girtin û piştre teslîmî Tirkan kirin.’’

Vehewandina Ocalan zehmet bû

Derheqê pêvajoya beriya derketina Ocalan a ji Italyayê D’Alema wiha behsa atmosfera wê demê dike, ku bûbû sedem Ocalan ji Italyayê derkeve:’’Rewşa Ocalan a li Italyayê her ku diçû dikete halekî ku nedikarî bihata domandin, ji ber ku dora wî ji alî rojnamevan û îstîxbarata gelek welatan ve hatibû pêçan. Bi mêvantî vehewandina Ocalan hem ji Wî û hem jî ji bo me gelek zor û zehmetiyên xwe hebûn. Ji alî ewlehiya Wî ve…Ji ber ku li Italyayê hem ji alî polîsên me ve û hem jî ji alî îstîxbarata me ve dihate parastin. Ev pirsgirêkeke mezin bû.’’ 

Ji Clînton re got,’na’

D’Alema her wiha endamtiya Tirkiyê ya li NATO’yê û desteka Emerîkayê ya li Tirkiyê bi bîr xist û got,’’Li gel Tirkiyê em endamên NATO’yê ne. Ji ber vê helbet zext li ser Italyayê hebû. Ev rewş tê fêhmkirin. Ne hêsan bû ku mirov li ber xwe bida û ji DYE’yê re bigota,’na’. Ji ber ku Serok Clînton digot,’Divê hûn Ocalan bidin Tirkiyê.’ Serok Clînton wiha got û me jî jê re got,’na’, ku ev ‘na’ ji bo Italyayê ya ku hevalbendê DYE’yê bû ne hêsan bû.’’

Bi fiîlî girtî bû 

D’Alema anî zimên Ocalan mêvanê wan bû, bi axaftina li gel Ocalan li hev kirine û got bi ya wî Ocalan bixwe jî fêhm kir pozisyona wî ya li Italyayê nikarîbû bihata domandin, ji ber sedemên pirsgirêkên ewlehiyê nedikarî xebatên xwe bikira û seyehat bikira. D’Alema got Ocalan,’’Bi fiîlî girtî bû. Derdora wî bi îstîhbaratê hatibû pêçan û bi rastî jî di rewşeke wiha de bû nedikarî dom bikira. Ji ber vê, ez dibêjim ji bo wî jî bû sedemek ku ji Italyayê veqetê.’’ D’Alema biryara girtinê ya hikûmeta Elman a li ser Ocalan jî bi bîr xist û got,’’Dibû ku bi carekê re daxwaza îadeyê bikira. Ji ber vê, bi min çareya herî biaqil, ji bo me jî û ji bo Wî jî ew bû ku ji Italyayê veqetiya.’’

Peymana ji DYE’yê xef

D’Alema her wiha got ne hêsan bû ku rêyeke ewle ku Ocalan bikaribe ji Italyayê derkeve bibînin lê wan ve pêk aniye, li gel ku hevalbendên DYE’yê jî bûn wan bi Rûsyayê re peymaneke veşartî danîye û ji bo ewlehiya Ocalan di vê mijarê de DYE agahdar nekirine û got,’’Me gelek tişt kir. Ji bo welatekî mîna Italyayê ne hêsan bû. Ji tiştên piştî ku ji Italyayê veqetiyayî berpirs ne em in. Dema ku di bin parastina Italyayê de bû, ewlehiya wî hatibû bicihanîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.